Print this page
Amûdê pêşwaziya karwanê 2 Pakrewanên Pêşmergeyên Roj bi Alên Kurdistanê kir

Amûdê pêşwaziya karwanê 2 Pakrewanên Pêşmergeyên Roj bi Alên Kurdistanê kir

2:53:28 AM

RojavaNews: Bi alên Kurdistanê û lîlana dayikan ,roja Şemiyê 27ê Cotmeha 2017an ,Kurdên bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê ,pêşwaziya karwanê herdû Pakrewanên xwe yên Pêşmergeyên Roj kir.

Şehîd Aldar Eyno Nadir ji Amûdê,û Şehîd Rodî Mihemed Salih Emmoji Dirbêsiyê .

Van Pakrewanan di gel 6 Pakrewanên din û Hevalên xwe yê Pêşmergeyên Roj,di şerê dijî dijminê Kurdistanê, li sengerê Zumar -Rebîhe de ,dastanên serkeftinê bi xwîna xwe tomarkirin,û dijmin têkşikandin .


Media

Image Gallery