11:25:49 AM
RojavaNews :Roja Yekşemê 29ê Cotmeha 2017an , serok Mesûd Barzanî xwe ji serokatiya Herêma Kurdistanê dûr xist lê Kurdên Kurdistana Sûriyê nereazîbûna xwe derbarê vê biryarê nîşan dan, û mîna gelek bajar û deverên Kurdistanê, xwepêşandan kirin , û daxwaz ji serok Barzanî kirin ku xwe ji serokatiyê dûr nexe.
Xwepêşenderan bi dengekî bilind bang kirin ku Barzanî ne serokê Herêma Kurdistanê ye ew serokê her çar parçeyên Kurdistanê ye,, û qet kes nikare cihê serok bigire û anîn ziman ku di vê dema hestyar de ,divê ku Barzanî serokatiya herêm û tevahiya gelê Kurdistanê bike.