Print this page
Li Hewlêrê şanda ARKê şîna wênegirê Kurdistan TV Pakrewan Erkan Şerîf  kir

Li Hewlêrê şanda ARKê şîna wênegirê Kurdistan TV Pakrewan Erkan Şerîf  kir

2:56:38 PM

RojavaNews : Sêşemê 31ê Cotmeha 2017an,Şanda  bernameya Azadiya Rojavayê Kurdistanê ARK,bi Serokatiya birêveberê wê Xalid Elî , şîna wênegirê dezgeha satelîta Kurdistan ,Pakrewan Erkan Şerîf , li mizgefta Sewaf di nava Hewlêrê de  kir.

Piştî ku şandê fatîhe xwend,sersaxî ji karmend ȗ berpirsên Dezgeha Satelaîta Kurdistan TV ȗ malbat ȗ hevalên wî re xwest,ȗ xemgîniya xwe ji wan re daxuyanî.

Şande ji kadir ȗ berpirsên bernameya ARKê ȗ malpera RojavaNews  pêkhat.

Pakrewan Erkan Şerîf li ser destê girȗpeke milîsên Heşda Şeibî ya terrorist Şehîdket ,piştî ku êrîşî mala wî li Daqȗqê kirin,ȗ ew dane ber kêran ,di encamê de ,jiyana xwe ji dest da.

Erkan Şerîf 54 salîye,zewiciye ȗ 3 zarokên wî hene ȗ ji 2004an ve karmendê Kurdistanê ye.

Image Gallery