7:01:30 PM
RojavaNews:Çavknaiyekê ji Qamişlo ji RojavaNews re ragihand ku ji doh Duşemê ve Asayişa PYD serkirdeyên ENKSê agahdar kiribûn ku ew rê nadin ENKS kongreya xwe lidar bixe. Ew jî bi behaneya ku wan ruxset ji Rêveberiya Xweser wernegirtiye.
Vê çavkaniya nîşan bi wê yekê de ku amadekarî hatibûne kirin ku kongreya ENKSê li Taxa Kornîş, li jêrzemîna malekê bê lidarxistin.
Her li gorî biryarê kongre wê demjimêr 9ê sibeha îro Sêşemê bihata lidarxitin, lê Asayişê PYD rê li ber endamên kongreyê girtin û lidarxistina kongreya ENKS qedexe kir.
Li gorî vê çavkaniyê, berî dema diyarkirî ji kongreyê re, ango demjimêr 09:10 xulekê vê sibehê, li nêzîkî hola ku wê kongre lê bê lidarxistin bombeyeke dengî hate teqandin.
Niha Asayiş û hêzên bi navê Ciwanên Şoreşê li wê kolanê û li derdora hola ku wê kongre lê hatiba lidarxistin girtine û ew dever xistine bin dorpêçê.