11:46:05 AM
RojavaNew :Roj Duşemê 13ê Mijdara 2017an, Navenda Oaman Sebrî ya Rewşenbîrî salvegera 57en ya pakrewanên komkujiya şewata sînema Amȗdê, li Kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê bibîr anî.
Piştî bixêrhatina amadeyan ji aliyê Sentera Osman Sebrî ve, di destpêkê de li ser giyanê pakrewanên sînema Amȗdê ȗ pakrewanên Kurd ȗ Kurdistanê bi sirȗda neteweyî ya Kurdî Ey reqîb hate rawestandin.
Çalkvana Kurd Rehme Birhik ji amadeyan re li ser vê roja tarî ȗ xemgîn di dîroka Kurdên Rojavayê Kurdistanê de axfî ,ȗ ji nifşên nȗ re şirove kir.
Kurte vedyoyeke agirê sînema Amȗdê hate pêşkêşkirin .
57 mȗm ji aliyê penaberên Rojavayê Kurdistanê ve, hatin pêxistin ȗ daxwaza sersaxiyê ji malbatên pakrewanan re kirin.