5:00:58 PM
RojavaNews :Li Kobaniyê xwendekaran nerazîbûna xwe li dijî qedexekirina korsên fêrkirinê yên dibistanê da diyarkirin.
Roja Şemiyê 18ê Mijdara 2017an, xwendekarên asta amadeyî û navendî, nerazîbûna xwe li dijî qedexekirina korsên fêrbûnê ji aliyê berpirsên “Kantona Kobaniyê“ ve, bi xwenîşandanekê li Kobaniyê da diyarkirin.
Xwendekaran diruşmên nerazîbûnê hildan û daxwaz ji” Desteya Perwerdeyê û Kantona Kobaniyê” kirin ku rêgiriyê li ber korsên fêrkirinê nekin,û ev yek ji mafên wan e.