Print this page
Li kampa Qoştepe Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî semînarek derbarê perwerde ȗ xwendinê pêşkêş kir

Li kampa Qoştepe Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî semînarek derbarê perwerde ȗ xwendinê pêşkêş kir

2:30:48 AM

RojavaNews : Roja Duşemê ,20ê Mijdara 2017an, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî semînareke li ser şêweyê danȗstandinên mamoste bi xwendekarên asta seretayî ȗ amadeyî re,ȗ çawaniya  serkeftina perwerde ȗ xwendinê  dema ku bi awakî zanistî tê  dan, li Navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî ,ji mamosteyên Kampa Qoştepe re ,Pêşkêşkir pêşkêş kir.

Birêvebirê meydanî yê ddezgehê Beşdar Elyamî di semînara xwe de ,ji mamosteyan xwest ku ,hinek nermahiyê têxin şêwe ȗ danȗstandinên xwe de,da li ser bingehekezanistî ȗ pêşketî bi xwendekaran re ,kar bikin.

Mamosteyên amade ,tevahiya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn,ȗ gelekan ji wan ev semînar dît ku tiştekî baş e,ȗ sȗd jê tê wergirtin.

Hin mamosteyan ji semînarvan re got ku:”Divê dê ȗ bav li malên xwe guhdanê bi zarokên xwe bikin,ȗ destên wan bernedin,ȗ tim bi zanebȗn asta xwendin ȗ perwerdeya wan ji nêzîk ve bişopînin,da bi alîkariya dê ,bav ȗ mamosteyan  pirsgirêkan çareser bikin,ȗ nifşekî zana biser bixin.

Image Gallery