10:11:38 AM
RojavaNews :Revenda Kurdî li Ewropa xwe li pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî ku danȗstandinên Sȗriyê tê de dibin Xwenîşandan kir ,ȗ daxwaza erêkirina mafê Kurdan di destȗra Sȗriya paşerojê de, bê Esed kir.
Roja Çarşemê ,29ê Mijdara 2017an, Nȗneratiya ENKSê li
Ewropayê ji bo piştevaniya şandeya Kurdî di nava Desteya Bilind
ya Danȗstandinên Sȗriyê li Cenêvê xwenîşandanek lidar xist.
Di xwenêşandanê de şandeyek ji dijberiya Sȗriyê bi serokatiya cîgira serokê Desteya Bilind ,Henadî Ebȗ Areb beşdar bȗ.
Serokê ENKSê Ibrahîm b
Biro ȗ Ehmed Remedan berpirsê ragihandinê di desteyê de ,her yekî ji wan di nav xwenîşanderan de gotinek da.
Serokê nȗneratiya ENKSê li Ewropayê ,Ebdulkerîm Hacî ,ji RojavaNews re got:” Piştî xwenîşandanê ,em bi Serokê desteya Bilind ya danȗstandinan ,Nesr El Herîrî re civiyan .”
Hacî berdewam kir :”Me bi navê revenda kurdî li Ewropayê 2 name radestî El herîrî kirin,ȗ me ji Setaffan de Mestura ȗ Nesr El Herîrî xwest ku:
- doza Gelê Kurd ȗ çarenivîsa Kurdan di destȗra Sȗriya Nȗ de parastî be.
-Sȗriyeya nȗ bê Esed be,ȗ rêjîma Îranê li Sȗriyê ji kok were birîn. ”
Herweha Hacî got :”Em ê di xwenîşandanên xwe de ji bo piştevaniya şandeya kurdî di nava Desteya Bilind de li Ce