Print this page
Li Kampa Qoştepe Navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî ahingek di sersala nȗ de ji zarokan re kir

Li Kampa Qoştepe Navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî ahingek di sersala nȗ de ji zarokan re kir

12:30:50 PM

RojavaNews :Roja Yekşemê,31ê Berçileya 2017an, Navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî ya ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve ye ,bi alîkariya Komîteya Parastina Zarokan (CPC)ȗ Komîteya Jinê,ahingek ji zarokan re bi hilkefta hatina sala nȗ ya 2018an ,li Kampa Qoştepe ,kir.

Ev ahing ji bo hinek ken li ser rȗkên zarokên penaber yên Kurdistana Sȗriyê çê bike ,hate lidarxistin.

Di ahingê de gropek ji çalakiyên hunerî ȗ stranên zarokan hatine pêşkêşkirin.

Berî ahing bi dawî were,birêveberên ahingê ji dayikan re li ser rola jinê di xwedîkirin ȗ perwedekirina zarokan li ser başiyê axivîn,bi teybet dema ku bav nehazir be.

Di dawiya vê ahingê  de ,birêveberan spasiya malbatên zarokên beşdar kir, saleke xweş ȗ bironî ji zarokan re hêvî kirin.

E.U

Image Gallery