10:23:34 PM
RojavaNews :şêwekarê kurd Mesûd Ehmed,kurê gundê xana serê ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê,ji berî 4mehan ve 8keçên kurd fêrî şêwekariyê kirin ,bi alîkariya Navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî ku ser bi Dezgeha Xêrxwazî a Barzanî ve ye, roja Pêncşemê ev xule bi dawî hat ,û bi amadebûna birêveberatiya Dezgeh û navendê û hejmarek ji karmendên rêxistinên ku di kampê de kar dikin û welatî û malbatên qutabiyan , ,di pêşengeheke hunerî de ,xule der çû .
di pêşengehê de her qutabiyeke şêwekariyê ku beşdarî xuleyê bû bû ,çend karekî xwe pêşkêş kir,û bi tevahî van keçan li ser ezmûna xwe di vê beşdariyê de keyfxweşiya xwe dane xuyanî.
di nav beşdaran de ,keçeke bi navê Êvlîna ,xwedî ezmûn hebû,lê beşdariya wê di xuleyê de li ser destên şêwekarekî pispor kû derçûyê kulîja Şama peytexta Sûriyê ye,bi cudahiyeke serkeftî pesen kir, û got ku wê pir sûd ji xuleyê bidest xistiye ,û hêviya Êvlîna di paşerojê de ew e ku bi be xwedî şêwegeheke mezin teybet pê ,û pêşengeheke cîhanî veke ,ku her kesê karê wê bibîne keyfxweş bi be.
berî pêşengeh bi dawî were,diyarî ji aliyê Navenda Osman Sebrî ya Rewşenbîrî û Dezgeha Xêrxwazî a Barzanî ve ji şagirtan û mamosteyê wan re hatine pêşkêş kirin,ev yek cihê keyfxweşiyê bû li ba hemiyan û di nav wan de malbatên şêwekaran.
mamosteyê xuleyê Mesûd Ehmed,di pêla penaberiyê de ew jî koçberî herêma kurdistanê bûye,û ji demeke ne dûr ve nişteciyê kampa qoştepe ye,ji 4 mehan ve ,ev karê xwebexş daye ber xwe,bi hêviye ku şagirtên wî bipêş kevin û di karê xwe de berdewam bin,û hêviya mesûd ew e ku piştevaniya wî bi be ,da karibe hejmarine din fêrî şêwekariyê bi ke .
E.U