Print this page

Hewlêr…ENKSê bi Firakisyonên Kurdistanê re civiya

6:18:42 PM

RojavaNews: Şandeke Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê îro bi hejmareke firaksyonên Perlemantoya kurdistanê li avahiya Perlemantoyê civyan, û di civînê de behsa rewşa rojavayê  kurdistanê û Sûriyê û bi taybetî kiryarên PYD li di jî ENKSê  hat behis kirin .

Şanda ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro serokê Encumenê û Endametiya her yek ji Kamîran Haco serokê ofîsa pêwendiyên derve yê ENKSê û Mistefa Sîno û Silêman oso herdu endamên heman ofîsê ,bi her yek ji frakisyonên perlemanî yên Partî Dîmuqratî kurdistanî û Turkman û kild û asur li avahiya perlemana Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civyan .

Şanda ENKSê spasya Perlemana kurdistanê li ser helwêsta wan ya piştevan li gel ENKS kirin û piştre wê şandê şroveyek hûr li ser siyaseta Encumenê li kurdistana Sûriyê pêşkêşkirin herweha xemên milet li nava welat diyarkirin û hat emajekirin bi astengiyên PYD yên ku li pêş partiyên Encumenê û cemawerên wê dike ji girtina serkerdeyên Partiyên Encumenê û ne bejrandna hevbeşiyê .

Frakisyonên perlemana kurdistanê ji aliyê xwede pêşwazî li şanda ENKSê kirin, û tekez kirin li ser piştvanî û alîkariya encumena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê di bergirîy di ber pirsa kurdî, li kurdistana Sûriyê û metirsiyên siyaseta PYD ya ku li ser rêbaza PKK û şaxên wê li hemû parçeyên kurdistanê diçe lê ew firakisyon li herêma kuristanê di piroja Netewî de ya bi serkirdayetiya serok Barzanî Serokê Herêma kurdistanê de pêşve di çin .

 

Image Gallery