02:04:20
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bo koça dawî ya serkirdeyê berê yê PDKê Qadir Cebarî belav kir.
Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û serkirdeyê berê yê PDKê Qadir Cebarî îro danê sibê li Hewlêrê koça dawî kir.
Qadir Cebarî
Serok Barzanî di peyamekê de hevxemiya xwe bo koça dawî ya Qadir Cebarî belav kir. naveroka peyama Barzanî wiha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata xwedê jêrazî heval Qadir Cebarî
Silavên xwedê li ser we bin
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya şoreşger û Pêşmergeyê mandûnenas heval Qadir Cebarî gelek xemgîn bûm. Xwedê jêrazî kesayetiyekî Kurdperwer û têkoşer bû ku li şoreşa Mezina Eylûl û xebata çiya û şar û piştî raperînê roleke xwe yê ber bi çav û bi başî hebû.
Xwedê jêrazî Qadir Cebarî, li dîroka Pêşmergayetî û berpirsiyariyetiyê da herdem dilsozane kar kiriye û cihê baweriya serkirdayetiya şoreşê bûye, li xizmetkirina rewşa rewaya neteweya xwe, rastgoyane û serbilindane xebat kiriye. Serxweşiyê li xwe û li we û xizm û kesukar û hevsengerên heval Qadir Cebarî dikim û hevbeşa xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim, sebir û aramiyê bi malbat û hevalên wî bibexşê û xwedê jêrazî jî bi bihûşta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”
Îro salvegera şewata sînema Amûdê ye!
Rojava News: Sibe Salvegera 56emîn ya şewata sînemya Amûdê ye, ku di encamê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabû.
Sala 1960, bi hiceta piştgiriya şoreşa Cezaîrê zarokên dibistana Amûdê birin sînemayê, ji bo ku li fîlma bi navê Cerîmet Nisif El Leyl (Tewana Nîvê şevê) temaşe bikin.
Sînema biçûk bû, anca têra 200 zarokan dikir, lê 500 zarok xistinbû salonasînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyê salona sînemayê girtî bû, agir bi zarokan ket û 283 zarokên şewitîn.
Xwediyê sînemayê Micwel Gunreş di wê derbarê de dibêje, rêveberê nahiyê îsrar kiriye ku fîlm 3 caran were dubarekirin, wan jî gotine eger zêde were dubarekirin dê cîhzazên ku fîlmê dixebitînin bişewitin û ihtîmal heye ku agir bi sînemayê keve.
Micwel Gunreş diyar kir ku di dema şewatê de amûrên agirkujandinê bê ava hat û herweha nehiştin jî ku ji Nisêbînê jî îtfayî derbas bibin.
Piştî şewatê berbirsên deshelata Sûriyê serdana bajarê Amûdê kirin û şewata sînemyê weke “qaza û qedirê” hisibandin.
Pîrejineke Kurd ku şahidê şewata sînemaya Amûdê ye eşkere dike ku deriyê sînemê girtibû û bi qaziman xelk hewl didan dîwarê sînemeyê vekin, ev jî gumanê li ser vê bûyerê çê dike.
56 sal li ser sînemaya şewata Amûdê derbas dibe, lê hîn jî birînên Amûda bavê Mihemed kûr in, ji ber vê bûyerê, sînema li Amûdê bûye xaleke reş di dîroka wî bajarî de, ku nifşekî temam ji zarokên xwende yên Kurd bir.