Print this page

Barzanî pileyeke bilind a leşkerî da şehîd Dr.Silêman

13:17:41

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pileya Generaliyê da pêşmergeyê xwebexş ê şehîd Dr. Silêman (Sait Çurukaya), ku di roja 30ê Cotmeha îsal de li mêhwera Başîkê şehîd bibû.Serokê herêma Kurdistanê ferman da pileyeke bilind ji bo şehîd Dr.Silêman bidin.

Mesûd Barzanî li gor birgeya 17 ji madeya 10 zagona serokatiya herêma Kurdistanê hejmara 1 ya sala 2005 ê biryar deye pileya Emîdî  ya leşkerî ji bo şehîd Dr. Silêman Cûrûkaya bê dayîn û li gel dana mûçya xanenişînî bi pileya leşkerî a Amîdî (generalî) ji bo malbata wî.

Serokê herêma Kurdistanê sedema wê biryarê ji bo”pêşkêşkirina xizmeta bi nirx a niştimanî “ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ve diyar kiriye.

Di fermana Mesûd Barzanî ya bo bexşîna pileya General bi şehîd Dr. Silêman de, hatiye gotin, ku “bi mebesta rêzgirtin û pêzanîna li hember wê xizmeta niştîmanî û giring a ku şehîd Seîd Selîm Şerîf naskirî bi Doktor Silêman, di heyama 2 salên bihorî yên şerê li dijî terorê de pêşkêşî pêşmerge kir”, wan biryar daye ku “pileya generaliyê” bidin şehîd Dr. Silêman û “mûçeyê xaninişîniyê jî ji mîratirê şerîî yê navborî re” diyar bikin.

Dr.Silêman ango Seid Çûrûkaya hemwelatiyê Kurdistana Bakûre ku niştecihê Alman bû di destpêka şerê DAIŞê ve wek pêşmergeyek xwebexş beşdarî şer kiribû û piştre, 26.09.2016ê di dema pûçkirina bombekê DAIŞê de birîndar ketbû lê belê bi sedema giran bûa birîna wî le nexwaşxaneyeke Almaniye de di 31.09.2016 jiyana xwe ji dest da û piştra  roja 06.10.2016ê bi merasimek taybet ve ji bo kurdistana bakûr û zadgehê wî hate şandin û her li wêr hate veşartin.

 

Image Gallery