18:58:50
Rojava News: Keça Kurd Sonya Bêtuşî ya Ji Rojhilatê Kurdistanê di pêşbirka şacîwana îranê ya 2016an de li Tahranê ya yekemîn derket u taca şahcivaniyê danî serê xwe.
Sonya Bêtûşî li ser nifûsa Mahabadê ji rojhilatê Kurdistanê di pêşbirka giştî îranê ya 2016an de bi pileya herî bilind yekemîn derket.
Sonya Bêtûşî di pêşbirka ku li Tahranê tenê ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, û temaşevan jî, jurî jî tenê ji jinan pêktê puanê herî zêde bi dest anî.
Li gor yasayê Îranê zilam nikarin beşdarî helkefta bijartina şacîwana Îranê bibin. Herweha widyo û weşandina wê li ser ragihandinê qedexeye. Tenê wêneyê şahciwanê tê parvekirin.
Keça Kurd Sonya Betûşî ji nav 80 keçî de hat hilbijartin û di nava 10 keçên tûra duyemîn de cîhê xwe girt. Piştî wê jî ji nav 10 keçên xweşik bu şahciwana Îranê ya 2016an.
Şaciwan Sonya Betûşî wê li Wietnamê beşdarî Miss Grand International 2017an bibê.
Sonya Bêtûşî di sala 1991an de li bajarê mahabadê ji dayikbuye û nêzîkî 8 sala jî di sektora moda de kar kiriye.