Print this page
Hewlêr ..Rêxistinên ciwanên Kurdistanî  jibo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê pêşengeheke wêneyan wê pêşkêş bikin

Hewlêr ..Rêxistinên ciwanên Kurdistanî jibo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê pêşengeheke wêneyan wê pêşkêş bikin

2:55:06 PM  

RojavaNews : Rêxistinên ciwanên Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê ,  jibo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna herêma Kurdistanê  iro Çarşemê 20ê Eylûna 2017an vexwendinek belavkirin ,û têde ragihandin  ku ewê pêşengeheke wêneyan ,Demjimêr 5ê êvarî li parka Şanederê li Hewlêra Peytext  pêşkêş bikin,û wê daxuyaniyek hevbeş were xwendin.

Ev çalakî di bin diruşma “Belê jibo serxwebûna Kurdistanê “ hatiye  belavkirin , ev naveroka wêye:                   

 

Belê jibo serxwebûna Kurdistanê                     

Bi hemahengiya rêxistinên ciwan yên her çar parçeyên Kurdistanê ,jibo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê ,wê pêşengeheke wêneyan were pêşkêşkirin ,û daxuyaniyek hevbeş were xwendin .

Beşdarbûna we ezîzan wê me keyfxweş bike .

 

E.U

Image Gallery