2:55:06 PM
RojavaNews : Rêxistinên ciwanên Kurdistanî ji her çar parçeyên Kurdistanê , jibo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna herêma Kurdistanê iro Çarşemê 20ê Eylûna 2017an vexwendinek belavkirin ,û têde ragihandin ku ewê pêşengeheke wêneyan ,Demjimêr 5ê êvarî li parka Şanederê li Hewlêra Peytext pêşkêş bikin,û wê daxuyaniyek hevbeş were xwendin.
Ev çalakî di bin diruşma “Belê jibo serxwebûna Kurdistanê “ hatiye belavkirin , ev naveroka wêye:
Belê jibo serxwebûna Kurdistanê
Bi hemahengiya rêxistinên ciwan yên her çar parçeyên Kurdistanê ,jibo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê ,wê pêşengeheke wêneyan were pêşkêşkirin ,û daxuyaniyek hevbeş were xwendin .
Beşdarbûna we ezîzan wê me keyfxweş bike .
E.U
