12:28:52 PM
RojavaNews: Derbarê binçavkirina sê endamên komîta navçeyî ya Partiya Demoqrat a Kurdistan – Sûriya (PDK-Sê) li navçeya Mabeta ser bi bajarê Efrînê ve, pÎlotbûriyê siyasî, yê (PDK-Sê) birêz, Mihemed Îsmaîl got: “ Çekdarên ser bi PYDê ve êrîşî malên sê hevalên me kirin bê sûc û sedem û ev tê xuyakirin ku PYDê dixweze pirsgirêka Efrînê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne wek Partî û dixweze dijîtiya xwe bo Tirkiyê bike çek li dijî miletê Kurd û ev tişt gelek xerabe.”
Îsmaîl anî ziman, divê PYDê bila baş zanibe ku tevahiya miletê me bi Efrînê re ye, lê ne bi PYDê re ye wek Partî û ew dixwaze karûbarên xwe yên ne rast rastdarbike di derheqê miletê Kurd de di riya bêtarên bi ser miletê me de hatine.
Îsmaîl daxûya kir, ku karûbarên PYDê yên şaş di derheqa miletê me de balance xwe hate kêmkirin û ew dixwaze vê derfetê ji xwe re bi kar bîne ji bo berjewendiyên xwe yên Partîtî û ew dibîne dilê xelkê li ser bêtara Efrînê li ser wan jî ye, lê dilê me li ser Efrînê ye ne li ser wane
Îsmaîl tekez kir, ku hemi Kurdên li cîhanê alîgirên Tirkiyê nakin û ti Kurd nine alîkariya dijminê miletê xwe bike û divê em yek destbin dijî dijminê xwe û bi giştî miletî Kurd di riya xwenîşandanan de li cîhanê raya û dilên xwe ji bo Efrînê xûya kirin.