Omer Koçerî: Karê Me Wek Sendîkaya Rojnamevanên Kurd Di Hundurê Welatê Me De Qedexeye

 Omer Koçerî: Karê Me Wek Sendîkaya Rojnamevanên Kurd Di Hundurê Welatê Me De Qedexeye

11:32:12 PM

RojavaNews: Ji bo rawestana li ser êş û azar û hêviyên welat û derdeseriyên Sûriyan li hundur û derve. Her weha li ser helwestên hin rikberên ku berê li aliyê rêjîmê bûn û piştî şoreşê xwe dane rexê opozisyonê, û dijwariya karê rojnamevanî di dema zalbûna desthilateke kotekî li ser deverên kurdî, û ji bo behskirina warê nivîskarî û nivîsandinê û rewşa afrandyarî li rex Sûriyên li penaberiyê. Beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi nivîskar û helbestvan û Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurd û sernivîskarê rojnameya Kurdistan Omer Koçer re pêkanî.

Vê dawiyê hin deng derketin, ji Encûmena Niştimanî ya Kurd dixwazin ku ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî vekişe, ji ber hin daxuyaniyên şaş der barê kurdan, yên ku hin kesayetiyên Rikberiyê dan, di nerîna te de ew daxwaz bi rastî ji dilêşiya li ser mafê Kurd in? an jî di hundurê xwe de bizavê dikin ji bo rewatiyê bidin Partiya Yekîtiya Demoqrat û hiştina desthilatê û dahatên abûrî li deverên Kurdî di destên wan tenê de?

Der barê rewşa Sûrî bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî, derî li ber hemî nerînan vekirî ne, û bi rastî jî hejmarek ji serkirdeyên Opozîsyonê ziyan gihandine Kurdan bi daxuyaniyên xwe, lê di dawî de siyaset bi karvedanan nayê pîvan, tevî hemî rexnên li Hevbendiyê dibin, lê niha ew sîwana mezin e ji Rikberiya Sûriyê re, û em nikarin bêjin ku ew rexnên dibin tenê ji bo rewakirina desthilata PYDê ne, ji ber ku ew ne rewa bû û wê ne rewa be, ji ber sedemeke xuya û berçav, ku ew bi darê zorê desthilatdariyê dike û tu kesî ew hilnebijartiye.

Hûn wek Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan Sûriyê, çawa Sendîkeya we li deverên Kurdî li Sûriyê kare bi erkê xwe rabe, di dema ku PYDê astengiyên mezin ji Rojnamevanên Kurd yên ne alîgirên xwe re derdixe?

Hejmarek mezin ji endamên me di hundurê welat de û li tevaya deverên Kurdî hene, û her weha endamên Encûmena Sendîkayê li Hundur hene, lê kar û liv û tevgera me ya bi azadî wek Sendîka li welatê me qedexe ye, ji ber ku desthilata darê zorê nahêle hevkarên me li hundurê welat kar bikin, û karê wan asteng dikin, û PYDê di ragihandina xwe de dibêje: " (ya tê binavkirin) Sendîkaya Rojnamevanên Kurd-Sûriya" anku ne rewa ye li rex wan,  di heman dema ku mîdyakarên Rêjîmê cihê piştgirî û parastinê ne ji aliyê PYDê ve, û bê astengî li deverên Kurdî tevdigerin.

Li gor asta qurbaniyan li Sûriyê, di nerîna te de berhemên toreyî û hunerî li hundur û derveyî welat karîne xwe nêzîkî bilindiya derdeseriya gelê Sûriyê bikin?

Gelek afrandiyarên rasteqîne yên pilebilind hewl dan û hîn jî di hewldanê de ne, lê xwegihandina bilindahiya êş û azarên gelê Sûriyê, di baweriya min de, hewcedarî tiwaneke pir mezin ya afrandyariyê ye, belkî ew di kesekî bi tena xwe de peyda nebe, gelek helbestvanan helbest der barê qeyrana mezin ya Sûriyê nivîsandine, her weha romannivîsan jî û ji bilî wan jî, lê derdê ku gelê Sûriyê kişandiye ji her salixdanê mezintir e, û gotin û tabloyên wênesazan têrê nakin, û carinan afrandyar li hember wê êşê ji desthilanînê dikevin.

Gelo Sendîkaya we kariye bibe sîwanek ji tevaya rojnamevanên Kurd re, û bi çi mîkanîzmê hûn Karin xwe bighînin piraniya rojnamevanên hundur û welatên penaberiyê , û li gor agahiyên min ku hin ji rojnamevanan nizanin ku Sendîkayake Kurdî ya taybet bi wan heye yan na?

Em bi heman çavî li hemû hevkarên xwe yên rojnamevan dinerin, û Sendîkaya me hewil dide bibe sîwan ji hemî rojnamevên Kurd li sûriyê re, û em peywendiyan dikin, lê ji ber ku ofîsa me ya sereke ne li hundurê welat e, peywendî ne wek ku tê xwestin e, û li gor ez zanim ti hevkarên me yên rojnamevan tune ne ku bi Sendîkayê nebihîstine, û kar û çalakiyên me her û her berdewam in, û endamên me bi dehan hene, çi wek endam yan jî wek kesên di bin rahênanê de, yan jî endamên şahnaziyê. Û bi her halî em ji karê xwe nerzaî ne, û her em dixwazin pêşde herin, lê em li gor rewşê û alavên berdest karê xwe dikin.

Gelo nerîna te li insanê Kurd ê Sûrî di warê Siyasî de hîn ew e, ku ew wek gundiyekî paşketî ye ji aliyê pêşketina mezin ya di alavên ragihandinê de, yan jî ew hîn wek sîpeyekî siyasî li kêşeyên mezin û çarenûsî dinere?

Te gotarên min baş xwendine, û amadekariya vê hevpeyvînê baş kiriye, ez dibêjim ku min hin ramanên weha di nav hin gotarên xwe yên belavkirî de anîne ziman, û pirê wan di malpera "Welatê me" de hatine weşandin, belê gelek ji siyasetmedarên Kurd ketine pileyin serkirdayetiyê de, û ew ne li gor wê pileyê ne, lewra partiyên me yên Kurd bi giştî tu karîn û tuwana wan ya guhertin û afrandinê tune ye, ji ber ku serkirdeyên van partiyan dijîtiya mejiyê xortan yên vekirî û afrandiyar dikin, lewra paşketin û jiberhevketin û parçebûn di van partiyan de berdewam e .

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriya, vê dawiyê daxuyaniyek der barê gotareke vekolînerê Kurd Brahîm Mehmûd ya ku di malpera welatê me de belav kiribû bi navûnîşana "Eger Ez Pûşteyek Bama", dûrî hemî nameyên şaş yên di wê gotarê de, di nerîna te de pileya Brahîm Mehmûd ne bilindtire ji ya hejmareke mezin ji serkirdeyên Kurd yên ku rojane li ser televizyonan derdikevin, û heye ku asta wan kesan kêmtir be ji ya karmendekî ji pileya pêncemîn de?

Di destpêkê de ez dixwazim bêjim ku mamoste Brahîm Mehmûd mamosteyê min bû li bajarê Dêrikê di salên heştêyan de, ez wê demê di pola dehê de bûm, û di nerîna min de divê em kesayetiya mamoste Brahîm Mehmûd bê berhevkirina wî bi kesên din re binirxînin, mamoste Brahîm Mehmûd xwedan bejneke torevanî û ramangîrî ya bilind e, û rewşenbîrekî Kurd yê xwedan asteke rewşenbîrî ya bilind e, di warê çand û tore û felsefeyê de, lê dibe ku rewş û baredoxên jiyanê dibûn asteng li pêşiya pêkanîna pirojeyên wî yên afrandyarî yên pir de, û çênabe û şaşe  ku em wî bi hin kesên xwedan şens re bipîvin, em Karin bêjin ku em Kurd guhdana me bi afrandyarên me kême, em ne wek netewên jîndar ên pêşketî ne, û em nirxê wan nizanin ne piştî binaxbûna wan be, û wê çaxê em tepan li serê xwe didin, û em gazinan ji qederê û şensê xwe dikin.

De ka em hinekî berê xwe bidin warê ku xelkê dighîne hev ne wek siyasetê, ya ku xelkê ji ber hev dixîne, em herin warê rewşenbîrî. Di ezmûna we de ya sernivîskariya kovara " Ecras" ya ku li Şamê derdiket, û paşre hat veguhestin bo herêma Kurdistanê û serbora we bi rojnameya Kurdistan û serokatiya Yekîtiyê, û bêyî em behsa astengiyên hêzên Ewlekariyê ji çalakiyên were bikin, gelo rojnamegeriya Kurdî ya Sûrî kare di asta bûyeran de be, û rê li pêşiya şopînerên xwe geş bike?

Ew qonax û ezmûnên te behsa wan kir, li rex min serborin pir zengîn û berhemdar bûn di warê rojnamegeriyê de, û her qonaxek bîranînên wê hene. Me Ecras di bin teror û metirsiya hêzên Ewlekariya Sûrî û guhbelên wan de desrdixist, lê rewşa me niha li Kurdistanê bi yekcarî hatiye guhertin, lê karê me yê berê yê veşartî û nehînî û tirs û viyana me ya xurt ji bo pêkanîna tiştrkî bisûde û berhemdar ji xwendevanan re, xweşî û çêj û tameke wê ya taybet hebû. Û derbarê pirsa te, rojnamegeriya Kurdî û tevlî resenî û kevnarebûna dîroka wê, lê ew ne li gor hêviyên gelê kurd e, insanê kurd xwe tê de nabîne, ji lewra bandora wê kêm e, ji aliyê guherandin û pêşxistina mirovê kurd ve, û gelek sedem hene, em hîn negihane asta xwendina derûna insanê xwe, daxwazên wî yên ji rojnamegeriyê nas nekirine, nexşeyeke me ya amadekirî heye, her û her em li gor wê karê xwe birêve dibin, em ji afrandin û nûkirinê ditirsin.

Di nerîna te de, Ecras karîbû hin nivîskarên ne Kurd ji şovînîbûna çanda rêjîma Afleqî rizgar bike, di riya danûstandina bi we re û belavkirina berhemên wan sertaserî hejmarên Koara we?

Dema Ecras ji 1994 ta 2002 belav dibû, rêbaza wê ew bû, ku me hewil dida vekirî be li ser hemî war û kesên rewşenbîrî û ramangîrî li Sûriyê di wê demê de, û bi rastî jî, bi alavin kêm ên berdest û peywendiyên ne di astek bilind de jî, me karîbû gelek pênûsên ne Kurd bi xwe ve girêdin, ew nivîskarên ku giring û pêwîst bû xwendevanê kurd raman û nerînên wan nas bikin, û pir bi sûde bû dema me karîbû faylên germ vekin wek "gotûbêja Erebî- Kurdî", ku me karîbû bi wê  zêdetir ji 50 nivîskar û vekolînerên Ereb yên pilebilind derbasî xeleka xwe bikin, wan rewşenbîran bi alîkariya rewşenbîrên Kurd karîbûn bingehekê ji têgihiştineke baş re di nav herû gelan de deynin.

Ramangîrê Îranî Elî Şerî'etî, di pirtûka xwe ya bi navê" Jîrbûn û Kerdîtina Xelkê", bi tundî dev avêtiye wî helbestvanî, yê ku berê xwe dide hûnana malikên helbestê, di heman dema ku welatî wî tûşî êrîşekê dibe ku hebûna miletê wî bi tevayî ber bi nemanê ve dibe, di nerîna te de, em nikarin van gotinên Şerî'etî, yên li ser wî helbestvanî dibêje, ji hunermend û nivîskarên Kurd re jî bêjin, di vê dema ku Kurdistan tûşî êrîşên ji gelek aliyan ve dibe, û hebûna me di metirsiyê de ye?

Ez dibînim ku helbest her demê gerek e, helbest û hunerên jiyanê yên din tev jî, ne tang û top û balafirên bombebarandinê ne, ne alavên kuştin û ruxandinê ne, çekin hene ku wî karî dikin, helbest baweriyê li rex mirovan çêdike, û herûher derfeta jiyanê di derûna wan de diafirîne, jiyan xweş e, bila serbaz û pêşmerge şer li meydanên cengê bi dijiminan re bikin, bila helbestvan jî helbestên xwe yên xweş derbarê lehengî û qehremaniya van gewreyan binivîsin, sekeftina serbazan di cengan de, û salixdana lehengî û dilêrî serkeftinan wan di helbestên helbestvanan û hemî coreyên hunerê de, wan serkeftinan diçesipînin û wan dikin wek parçeyekî hunerî ku ji xwe de derbasî dilan dibe, û di dîrokê de sermedî dimîne.

Ez ê pirsekê ne wek ya berî wê ji te bikim, tu wek nivîskarekî ku gelek coreyên nivîsê dinivîse, û xuya ye helbest bêtir ji coreyên din yên nivîsê bala te dikşîne, tu nabîne ku serkeftina te di karê rojnamevanî yê dijwar de, cîhana te ya helbestî ji te standiye?

Min di hevpeyvîneke xwe ya berê de gotibû ku mijûlbûna min ya rojane di toreke ya nû ji kesan di warê ragihandinê de, û bi nivîskar û rojnamevan re, û sazkirina nivîsan û serastkirina ziman r û nirxandina nivîsên ku ji sernivîskariyê re têne şandin, û dana nerîna xwe li ser tiştên babetî weşanê ne û yên ne babetî weşanê ne, û berhevkirina nexşeyeke destnîşankirî di her hejmareke rojnameyê de, ev berpirsyariyên hestiyar dihêle helbestvan dûrî qelema xwe ya helbestê bikeve " bixeyide û sil bibe", ji ber ku cîhana helbestê zelaliyeke mêjî ya taybet û giyaneke vekirî dixwaze, û ev merc û taybetî ji kêma ye ku tu wan di karê rojnamevanî de bibîne, ji ber peyketina nûçe û agahiyên ku xwendevan li wan digere.

ew helbestvanê ku tu behsa wî dike, bi taybetî piştî rêvebirina wî rojnameya Kurdistan re, bidûr ketiye û xwe tenê di kuncikek dil de hiştiye, li benda kêlîka sirûşê ya xweş e ku rojekê ji rojan bê serdana wî.

Wek helbestvanekî ku di jiyana xwe de bi hin helbestvanan re jiyaye, û rojane danûstandinê bi rojnamevan û rexnevanan re dike, û divê em jibîr nekin ku rexnevanî li welatê me tenê di çarçoveya wefadariya ji hevalên xwe yên nivîskar reye, anjî rexnê ji bo armanceke xwe ya taybet dike, anjî rexnevanekî ku her dem behsa kesên pilebilind dike da ku xwe bi wan bilind bibîne, û rexnevanekî ku tenê nirxandinê ji ber dilnexwestin û zikreşiyê der barê nivîskarekî de, tu karî nake ji bilî şopandin û gera li şaşî û kêmasiyên wî kesê ku dixwaze rexnê lê bike, gelo emê kengî karibin wî rexnevanê rexnê ji bo berhem û nerîn û ramanên têde tenê dike, û tenê li xweşî û nexweşiya berhem dinere bêyî ku guh bide xwediyê wî berhemî, kî ye an ji ku ye an pileya wî çiye.

Dibe ku em rexnevanekî şareza dûrî kesayetiya afrendyar û têkiliya bi wî re bibînin, gelek dibistan di warê rexnê û şiroveya rexneyî de hene, rexnevanin hene tenê li berhem dinerin, bêyî ku guh bidin nav an jî serbora nivîskar an jî helbestvan, bi her halî rexnevanên me yên rojhilat bêhtir bi hest û nerînên xwe yên berê daxbar in, lê rexnevanên rojavastanê guh nadin kesayetiya afrendyar ya nivîskar ji dehên salan ve, rexnevan û feylesûfê Ferensî Rolat Bart daxwaza mirandina nivîskar kiriye, û bal bê kişandin li ser berhem tenê.

Ser asta Kurdî rexnevanê akadîmîk û zanistî hîn nehatiye dîtin, û rexnevanê kurd û bi taybetî yê bi zimanê kurdî dinivîse, hîn bi hişyariyek bi tirs dinivîse, û rexnê bi haydarî dike.