Derbarê me de
Dezgeh û Ajansa Rojava News ajanseke nûçehî ye, projeyekî medyayî ye, bi awayekî hembiz bûyerên Sûriyê bi giştî û yên Rojavayê Kurdistanê bi taybet dişopîne.
Dezgeh û Ajansa Rojava News wekû navendeke rojnamegerî, hemû romalên xwe yên bê alî di rêya hejmareke berfireh ji peyamnêr û pêwendiyên raste rast pêşkêş dike. Hevdem madeyeke medyayî ya resen bo guhdar, şopîner û xwendevanên xwe pêşkêş dike û di heman demê de guhdanê li bûyerên siyasî, civakî, aborî û çandî li nava civaka Kurdistanî dike.
Armanca vê dezgeha medyayî ew e zêdekirina geşpêdanê di warê çand û kelepûr de û her wiha belavkirina têgihiştin û zanyariyên dirust û şopandina hemû bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û tevahiya cîhanê rû didin.
Stratejî:
Stratejiya karê Dezgeh û Ajansa Rojava News ew e danûsatandina rojnamegerî li gor bingehên azadiya raderbirînê û rastiyê, her wiha tekezî li ser dadweriya civakî, pêkvejiyana aştiyane û çanda lêborînê. Beşdarî pêşvebirina civak, belavkirina rewanê aşîtî û azadiyê, parastina mafên mirovan, rêzgirtin li mafên kêmîneyên etnîkî û ayînî. Her wiha parastina nasnameya netewî ya kurdî û divê roleke me ya aktîv di vî warî de hebe.
Dezgeh û Ajansa Rojava News rojane xizmetên xwe yên medyayî ji xwendevan û guhdarên xwe re bi her du zimanên Kurdî û Erebî pêşkêş dike. Di heman demê de rojane nûçe, bûyer û guhertinên nû di rêya toreyên civakî de (facebook, twitter, Google, YouTube..t.d) dighîne we.