11:14:40 AM
RojavaNews:Bernameya ARKê hevdîtinek bi siyasetmedar û ronakbîrê kurd Mihemed Salih Cuma re li ser pêşhateyên siyasî li Rojhilata Navîn, û bandora wê li ser doseya dosyeya Kurdî li Kurdistana Sûriyê, di hevpeyvîna ARkê de xift.
ARK- Tu wek ronakbîr û siyasetmedarê kurd Mihemed Salih Cuma, dikarî ji me r) behsa Tevgera siyasî li Kurdistana Sûriyê bikî?
Mihemed Salih Cuma: Gava em temaşeyî tevahiya siyasî li Kurdistana Sûriyê dikin, em dibînin ku ew beşek e ji xebata miletê Kurd, beşek e ji vî agirê ku li Rojhilata Navîn pê ketiye, ev rûdanên ku rû didin çi li Yemenê , Sûriyê, Libnanê û Iraqê Kurd jî beşek jê ne,tiştê ku hatiye serê miletê Ereb hatiye serê Kurdan jî, lê şensê me baş e ku dagîrkerên Kurdistanê bi navê mislmantiyê dixwazin bigihin Deryaya Sipî û li beramberî dewletên mezin rawestin. Demokrasiye li Sûriyê nebû miletê Ereb ê Sûrî wek miletê Kurd bêbeş bû , Kurdan herdem dixwest ku mafê wan ê abûrî, siyasî û ayînî di destûrê de, parastî be. lê piştî şoreşa Sûriyê û pêwistiya wan bi Kurdan, îro Kurd daxwaza fedraliyê dikin, dûr yan nêzîk Amerîka li ser razî ye, û Amerîka wê temaşeyî reşnivîsa destûra Rûsiyayê bike ya ku dibêje fedralîkirina Sûriyê , Kurd jî miletê duyem e di Sûriyê de, Amerîka, Rûsiya Israîl û dewletên NATOyê jî razî ne, ji ber ew dizanin eger pirsa sûrî bi şêweyekî demokratî neyê kirin, ewê nikaribin pirsa Sûriyê çareser bikin.
ARK- Ti destûra Sûriyê behsa Kurdan nekiriye, gelo wê ne zehmet be li ser Kurdan ku daxwaza fedraliyê bikin?.
Mihemed Salih Cuma: Ereb li ser fedraliyê razî nabin, daxwaza fedraliyê li Sûriyê bicih nayê, lê daxwaza dabeşkirina Sûriyê di navbera Rûsya û Amerîka de be, ne kêm û ne zêde.
ARK- Li Kurdistana Sûriyê 2 hêzên sereke têne diyarkirin PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê. Çi ji herdu hêzan tê xwestin?
Mihemed Salih Cuma: PYDê beşeke ji PKK ye, û PKK di Rojhilata Navîn de bihêzeke terorê tê naskirin, PYD bûye du beş, beşê bi ser Îran û Qendîlê ve û beşê din Amerîka cilikê ji bin wan dikişîne û wan bi ser xwe ve dibe.
ARK- Projeya PKKê li Kurdistana Sûriyê çi ye?
Mihemed Salih Cuma: Projeya PKKê xizmeta deshilata Sûriyê û Îranê bike.
ARK- Tu dibînî ku wê guhertinên nêzîk di Sûriyê de çê bibin, eger çê bibin, wê çi berjewendiya Kurdan tê de hebe?
Mihemed Salih Cuma: Sûriyê wê bibe du beş, beşê Rûsiya û beşê Amerîka û ev peywendiya wan ligel hev wê hebe, û û ew dê bi bihêzbûna xwe demokratiya Sûriyê bicih bikin, û ev ji bo kurdan baş e .
ARK: Çima ENKSê û PYDê nabin yek?
Mihemed Salih Cuma: Emerîka û Rûsiya nahêlin.
ARK- Beşê PYDê yê nêzîkî Îran û Rêjîma Sûriyê eger heye ku nakokî di navbera wan de çêbibe?
Mihemed Salih Cuma: Ji hevdu ketine. Îro du beş in, rêjîma Sûriyê dibêje nabe PYDê bimîne, şer di navbera PYDê û rêjîma Sûriyê de wê derkeve. Divê Kurd di nav siyaseta van dewletan de tê bigihin.
ARK –Piraniya miletê Kurd dixwaze ENKSê û PYDê bibin yek çima nagihin hev?
Mihemed Salih Cuma: Amerîka û Rûsiya wê wan bigihînin hev, û ev karê ku Amerîka dike ji bo gihandina PKKê ya bi ser Amerîka ve, û dixwazin jî ne bi peyvê, lê belê bi kar, ku ENKSê nûneratiya Kurdan bike., Amerîka û Rûsya pirsa Kurd dixin di destê ENKSê û wê dibine kongireyan .
ARK- Eger ENKSê xwediya projeya neteweyî ye, di nerîna te de çi ji ENKSê tê xwestin?
Mihemed Salih Cuma: Ji ENKSê tê xwestin li ser vê siyaseta niha bimîne, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, bi awayekî aştiyane.
A H