8:39:56 AM
RojavaNews: Ciwanekî kurd li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên cendermeyên Tirkiyê birîndar bû .
Çalekvanan li ser malperên tora civakî belavkirin, ku cendermeyên Tirkiyê gule bi ser gundê Kermişkî li gundewarê Dirbêsiyê berdan di encam de ciwanê bi navê Delîl Daûd birîndar bû.
Piştre Delîl Daûd yê temen 36 salî hate veguhestin ji bo nexweşxaneyên Qamişlo ji bo pêşkêşkirina pêdawîstiyên tendirustî .
Her dem û demekê cendermeyên Tirkiyê êrîşî cutkarên ku li nêzîkî sînor kar dikin, ku di encam de bi sedan cutkarên kurd li tevahiya Kurdistana Sûriyê bûne qurbanî .