Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne
Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

Kamîran Haco: Em di qonaxa çespandina mafê gelê Kurd de ne

12:55:55 PM

RojavaNews: Serokê ofîsa têkilyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê raghand , ku ew weke pêkhateyeke serbixwe di nava desteya danûstankar de kar dikin, û ew niha di qunaxa çespandina mafê gelê kurd di destûra Sûriyaya pêşerojê de ne.

Di hevdîtnekê li gel Malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya  Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya û serokê ofîsa têkilyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Kamîran Haco derbarê civîna Riyadê got,  wan ta niha xişteya kar ya civînê  wernegirtiye, lê tiştê çavrêkirî ewe ku ewê sîstema siyasî ya pêşerojê li Sûriyê gengeşe bikin û komîteya destûrî  ji bo hejmarek girûpan hatiye dabeşkirin,  ku wê peyroya navxwe ya komîteya destûrî ,  sîstema perlemantê ,  sîstema serokatiyê û sîstema têkel gengeşe bikin , û dibe ku komîteya berhevkirina destûrê jî were destinîşankirin, lê ew nizanin aya wê 5 kes ji her lîsteyê ango 15 kes werin destinîşankirin, wate lîsteyên Opozisyon, rêjîm û De Mistura.

Haco serbar kir,  ku ew bi 2 nûneran hatine civînê, nûnerek ji ENKSê û nûnerê din endamê ENKSê di nava Kiwalisyona Opozisyona Sûriyê de, û ew weke pêkhateyeke serbixwe di nava desteya danûstankar de ne.

Her derbarê civîna Riyadê, Haco got, ewê pirsa destûrê gengeşe bikin û tekez kir,  ku niha ew di qonaxa çespandina mafê gelê kurd di destûra Sûryaya pêşerojê dene,  û ew yek ji qonaxên herî aloz û zehmetin.

Derbarê lîsteyên ku ji bo berhevkirina destûrê hatine amadekirin Haco got, nerazîbûnek ji aliyê Rûsiya û rêjîmê li ser lîsteya De Mistura heye û ew alî hewil didin nav û endamên nêzîkî rêjîmê bin ji bo misogerkirina rêjeya alîgir ji rêjîmê re di pirsa destûrê de.