12:03:22
RojavaNews: Duh roja Înê 12. 10. 2018 an, Endamê Desteya Rawêjkarî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê koça dawî kir.
Endamê Desteya Rawêjkarî ya PDK-Sê û xebatkarê kurd Tewfîq Ebdulmecîd ji destipêka jiyana xwe ve xizmeta doza gelê kurd kir û heta berî koça dawî jî di xizmeta xwe de berdewam bû.
Tewfîq Ebdulmecîd serpiriştiya Rojnameya Dengê Kurd berî ku bibe Rojname Kurdistan dikir, û bihtirî 40 salî di warê perwerdehiyêde kar dikir .
