Siyamend Haco: PYDê sedema serekeye ji şerê ku niha li Efrînê dibe
Siyamend Haco: PYDê sedema serekeye ji şerê ku niha li Efrînê dibe

Siyamend Haco: PYDê sedema serekeye ji şerê ku niha li Efrînê dibe

 

 4:11:31 PM

RojavaNews: Bernameya ARKê hevdîtinek  bi Endamê Komîteya peywendiyên derve ya ENKSê, Siyamend Haco re derbarê bûyerên ku li Efrînê rûdidin kir:

ARK- Şerê ku niha li Efrînê dibe di navbera Tirkiyê û PYDê de ji bo çiya?

Siyamend Haco : “PYDê sedema sereke ye ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, ev ne şerê Kurdê Sûriyê ye, şerê PKK bi rêjîma Tirkiyê re ye”,  Rasete hikûmeta Tirkiyê ne dostê Kurdê Sûriyê ye, û heta ji Tirkiyê bê nahêlê ku Kurdistaneke  serbixwe ava bibe,  û êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê sedema wê nêzîk bûna PYDê ji PKKê re ye, ji ber Tirkî qebûl nake ku hêzeke nêzîkî PKKê li ser sînorê wê be, û ev derbasbûna Tirkiyê ji bo Efrînê sedema siyaseta PKKê ye.

ARK- Şerê di navbera Tirkiyê û PYDê de mebest jê ne derbasbûna Efrînê ye?

Siyamend Haco:  şerê ku li Efrînê dibe, li dijî PKKê ye ne li dijî miletê Kurdê Sûriyê ye, ta  sala 2014an PKKê û rêjîma Tirkiyê  bi hevre diaxivîn,  kadroyên PYDê di çûne Tirkiyê, danustandinên wan bi Tirkiyê re hebûn, her careke ku Salih Muslim ji Kurdistana Sûriyê derdiket bi riya Enqera û Istenbolê bû,  civînên Diyar Bekrê amede dibûn.

ARK- Çalekvanên torên civakî û siyasetmedarên Kurd dibêjin ev şerê man û nemana Kurda ye, û dibêjin ku armanca Tirkiyê Efrînê dagîr bike ti çi dibêje?

Siyamend Haco:  Kurdê Sûriyê gelekî dilsozin û ev buye sedema bandora siyaseta PKK li Kurdên Sûriyê, îro PYDê nabîne Rêjîma Sûriyê dijminê sereke, lê rêjîma Tirkiyê dibîne dijmin, di van sê salê dawiyê de,  em dibînin şerê Erdogan û rêjîma Tirkiyê  li Sûriyê tê kirin , û rexne li siyaseta Erdogan tê kirin , lê rexne li siyaseta Rêjîma Sûriyê nayê kirin, ji ber Kurdistana Sûriyê ketiya di bin kontrola PKKê de, û sedema sereke ye ku probagenda PKK bandorê li Kurdên Sûriyê bike, rêveberiya bi ser PYDê ve daxuyaniyek belav kir, û daxwaz ji rêjîma Sûriyê kir, ku leşkerên Sûriyê derbasî Efrînê bibin.

 ARK- Çalakvan û siyasetmedar dibêjin, ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê jî  berpire di ber vî şerî de, geloENKSê çawe berpirse di ber vî şerî de?

Siyamend Haco : ENKSê ne berpirse di ber şerê Efrînê de, ENKSê herdem dibêje divê Pêşmergeyên Roj derbasî Kurdistana Sûriyê bibin, ji bo em rê nedin Tirkiyê ku derbasî Kurdistana Sûriyê bibe, îro Tirkiyê dibêje em hatina şerê PKKê bikin, eger Pêşmergeyên Roj li Kurdistana Sûriyê bane , nehesan bû ji Tirkiyê re, ku derbasî Efrînê bibe, ji ber ENKSê ne dostê  PKKê ye, Tirkiyê nikarîbû bêjê ENKSê hêzeke terorî ye,  çawe emê hevparbin bi PYDê re, û hêjî bi dehan Serkird û endamên me di zindanên wan de ne, ta îro PYD şerê me dike, û hevalên me digre, û nahêle em karê xwe yê siyasî bikin, û herêma Kurdistana Sûriyê di bin kontrola PYDê de ye, PKKê û Rêjîma Tirkiyê berpirsin di ber şerê ku li Efrînê dibe, û ENKSê ti rola wê di vî  şerî de nîne, berûvajî  wê yekê danustandinên ENKSê yê navdewletî çêbûne, û me ji wan re gotiya, ku ev şerê li Efrînê di be, ne ji berjewendiya miletê  Kurd e, û divê ev şer were rawestandin, tevî ku PYDê dijminatiya me dike, lê em dixwazin ku ev şer were rawestandin.

ARK- PYDê daxwaz ji rêjîma Sûriyê kir, ku derbasî Efrînê bibe, ev yek nîşana çi dide?

Siyamend Haco: ev nîşan di de, ku birastî PYDê û PKKê, ne bi berjewendiya Kurdên Sûriyê re ne, çawe ti dixwaze ku  leşkerên rêjîmekê were herêma te, ku ev 60 sale mafê Azadiyê nedaye te, rêjîma Sûriyê jî dagîr kere, û tê xuyakirin ku birastî PYDê hêzeke Kurdên  tirkiyê ye, ne hêzeke Kurdên Sûriyê ye, amedene şerê Tirkiyê bikin lê ne amedene ku şerê rêjîma Sûriyê  bikin, û em zanin rêjîma Sûriyê,  û PYDê li hevhatine ji bo rojekê Herêma me radestî wan bike,  PYDê  rêjîma Sûriyê   nabînê dijmin ji xwe re lê Tirkiyê dibîne dijmin ji xwe re, û encama wê destêwerdana Tirkiyê di Efrînê de.

ARK – PYDê dibêje ku me teresana Tirkiyê şikandiya gelo kî li Efrînê zirarê di de?

Siyamend Haco : Şerê ku dibe şerekî lawaze, di behweriya min de,  ku Tirk bixwazin şerekî mezin bikin, hesana ji wan re, û Karin derbasî Efrînê bibin, PKKê jêhatiya ku pirobagendê bike,  û bêje ku me teresana Tirkiyê şikandiya , ez behwer dikim hijmara kuştiyên  PYDê bihtire ji yê artêşa Tirkiyê .

ARK- tu dibêje ku Tirkiyê dixwaze Ku rêjîma Sûriyê bi keve Efrînê de?

Siyamend Haco: Ez di bînim ku rêjîma Sûriyê derbasî Efrînê bibe wê Tirkiyê şerê xwe bi seknînê, ji ber Tirkiyê PYDê dibîne ku Metirsiyê li ser ewlekariya wê dike ne rêjîma Sûriyê.

ARK- Berpirsên bi ser PYDê ve, dibêjin ku ENKSê piştevaniya grûpên çekdar dike , tu dibêje ENKSê hevpare di vî şerî de?

Siyamend Haco: ENKSê piştevaniya Tirkiyê nekiriya û daxuyaniyek li ser vê yekê belav kir, û em daxwaza rawestandina vî şerî dikin.

ARK- tu dibêjê ku ev dem demê wê yekê ye, ku şerê raghandinê di navbera  PYDê û ENKSê de were kirin?

Siyamend Haco :  ti carî ne demê wê ye, heta ji me were gereke em hêzên Kurdî bixin di berjewendiya Kurdên Sûriyê de, û em destê xwe bidin hev, û bi hevre karkin, lê êdîyolociya PYDê rê nade kesî dî, ku kar bike yan tê di bin kontirola wan de be, ya ew rê nadin ku ti kar bike.

ARK- Xelik dixwaze ku Pêşmergeyên Roj derbasî Efrînê bibin û şerê Tirkiyê bikin, çima Pêşmerge derbas nabin?

Siyamend Haco: PYDê û PKKê qebûl nakin,  ku Pêşmergeyên Roj derbas bibin, û ev Çar sale ENKSê daxwaz dike,  ku Pêşmergeyên Roj derbas bibin,  ev yek, û du ,  ez şaş dibînim ku niha Pêşmergeyên Roj derbas bibin,  ji ber ev şer ne şerê wa ye ku bikin, şerê PKKê û Hikûmeta Tirkiyê ye, ez behwer dikim,  ku Pêşmergeyên Roj derbas bibin divê bi mercekî bê,  ku PYDê li xwe vegerê, û Herêm bikeve di bin kontirola Pêşmergeyên Roj de, û wê demê wê Tirkî jî xwe vekişênê ji Efrînê.

ARK- Rojnemevanên Ereb dibêjin Ku PYDê û PKKê gelek zirar gehandiya navçeyên Erebî yên bi ser Helebê ve, ev yek bû sedem ku Ereb şer li Efrînê bikin,  tu çi dibêje?

 Siyamend Haco : ev tirsame bû ku dijminatiyek di navbera Kurd û Ereba de  çê bibe, ez behwerim ku herêmên Erebî yê ku ketine di bin kontrola PYDê de zirar gihaya wa, bê çawa zirarê dighênin navçeyên Kurdî,  zirar gihandin Ereba jî, ji ber vê yekê me di got di vê PYDê neçe navçeyên Erebî.

ARK- xelik dibêje di vê ENKSê xwe ji Itîlafa Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê vekişîne,  tu çi di bêje?

Siyamend Haco: Ez dibînim em şaşîtiyeke mezin dikin eger em xwe ji Itîlafa Niştîmanî vekişînin, û em daxuyaniyên Itîlafa Niştîmanî yên li dijî  daxwazên miletê Kurd şermezar dikin.