Abdulrehman Apo: Ta Henas Di Laşê Min De Heye Ez Dest Ji Devera Xwe Bernadim

Abdulrehman Apo: Ta Henas Di Laşê Min De Heye Ez Dest Ji Devera Xwe Bernadim

RojavaNews: Efrîn ji deverên ku hîn di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demoqrat de ye, ew partiya ku ji bilî desthilatê, gelek tiştên din ji rêjîma Be'is wergirtin , wek  stemkarî û tekrewî û destdanîna ser jiyana siyasî û gemkirina nerînên cuda. Û ji bo em ji nêzîk ve li bûyerên li Efrînê û deverê binêrin beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ev dîdar bi Abdulrehman Apo endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistanî - Sûriya re yê ku nû ji zindanên PYDê azad bûye çêkir.

Hûn bi destê desthilata kotekî ve nêzî 6 heyvan girtî man, sedema girtinê çi bû? û hûn çawa hatin berdan?

Ji dema damezrandina Partiya Demoqrata Kurdustanî- Sûrya di 14/6/1957an de û di qûnaxên têkoşîna wê ya ji bo mafên netewî yên rewa yên gelê me yê kurd li Sûriyê, xebatkar ji aliyê hemî desthilatên xwînrêjên li Sûriyê bi şêweyekî hovane rastî astengiyan tên, lê pêvajoya me ya têkoşînê berdewam ma li ser herdû astên xwe yên niştimanî û netewî yê kurdistanî, bê ku herdû alî nakokbin bi hevre, û milmilanî û dijîtiya îro dibe ew ya berî şoreşê bi xwe ye, bi riya dijîtiya Encûman û partiya me ji ber helwestên me yên siyasî yên niştimanî û netewî, û armanckirina pransîb û nirxên têkoşînê li rex serkirde û kadroyên me, ez 5 caran ji aliyê vê desthilata kotekî ve hatime girtin, 3ê ji wan bi demên dirêj bûn, û 2 kurt bûn, û wek ku berê ji aliyê Rêjîmê ve dibû, ew girtin ji ber beşdariya min di piraniya çalakiyên têkoşîna aştiyane de di ruyê stemkariyê de û ji encama helwestên min yên siyasî bûn, û her kes dizane ku armanckirina min armanckirina partiya me û Encûmen û kurdayetiyê ye, û ji encama karekî pîroz ji kesayetiya serok Mes'ûd Berzanî û hin aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên cihê spasiyê ne, û bizava hin alî û rêxistinên Sûrî û niştimanî û ta bi destwerdana alî û saziyên navdewletî, ez hatim azadkirin.

Hîn hin hevalên we di zindanên PYD de li Efrînê girtî ne, gelo çima tenê endam û serkirgeyên we tên girtin tevlî ku çend partiyên siyasî yên din li Efrînê hene?

Blê partiya me û Encumana Kurdî armancên her demî ne ji girtin û zindankirinê re, û hîn gelek kadroyên me di zindanan de hene, ev tev ji ber helwesta me ya siyasî ya netewî û niştimanî ya ku em jê nayên xwar e, û helwestên me yên derbarî şoreşa Sûrî ya pîroz in, ji ber ku em hilgirên ala pirojeyê netewî yê Kurdî ne, li gor nirxên kurdayetî û rêbaza Berzanî yê nemir.

Dihat gotin ku derfet hebû ku tu berî çend heyvan hatiba azadkirin, eger te daxwazên wan bicih anîbana, û te ji xwe re deverek ji bo sirgûnkirinê helbijartiba, çi rastiya van gotinan heye?

Ti vekolîn( wan navê gengeşeyê lê dikir) di heft rojên destpêkê yên avêtina min di zindana tek-kesî de bi min re nehat kirin, û axaftina wan bi min re li ser çend teweran bû, lê wek her carê min ji wan re digot ez "Abdulrehman Apo me û amade me her tiştî bikim qurbana kurdayetî û Berzaniyetê û maf û dadperweriyê,  hûn dikarin her tiştî bi min bikin ji ber ku ez di nav destên we de me, lê tenê samanê min îro helwest û baweriya min bi kêşa min e, û hûn dikarin hemû karên xwe bikin li gor yasayên we derbarê rewşa min, ez diçim zindana xwe.

Li gor ragihandinê, tu bi lêbûrîneke giştî ji aliyê PYD ve li Efrînê derketibû, tewana we çi bû ji bilî helwestên we yên siyasî ku hûn bi sedema wê hatibûn girtin?   

Di yekemîn rûniştina gengeşeyê de, û piştî ku hêviya wan nema ku ez ji ti helwestên xwe vegerim, wê desthilatê di heman rojê de daxuyaniyek derxistin, min naveroka wê piştî azadbûna ji zindanê nas kir, daxuyaniyek tund bi naverokek kirêt bû ku ez bi( xiyaneta mezin, çêkirina tevdanê, û lawazkirina derûna neteweyê …td) tometbar kiribûm , ev tometbarkirina wan piştî 23 salên têkoşînê bû ku min li devera xwe di ber gelê xwe de kiribû, piştî 13 carên girtina ser mala min û zindankirina min ji aliyê dezgehên ewlekariya rêjîma diktator ve bû, û tohmetên rêjîmê ji min re heman tohmetên PYD bûn, çi sûde ji wê daxuyaniyê dîtin, gelo ew daxuyanî ne riswakirin ji wan bi xwe re bû ku Ebdulrehman Apo bi van tohmetan digrin!!?, di demên berê de dema ku Rêjîmê ez digirtim û dema vekolîn bi min re dikirin, min ji wan re digot:"her sîleya ku hûn li min didin, bawernameyeke têkoşînê ye ji min re", sebaret Lêbûrîna wan sê beşên girtiyan diketin ber de( benda kesên dervî yasayê Karin kirine, benda kesên cinhe kirine, benda kesê terorîst), wan ez li gor kîjan bendê Lêborîna xwe berdame , belkî ew zanibin!!!?

Gelo heye girtin bandora xwe li helwestên te bike?

Min beşdarî û serkêşiya 13 xwepêşandanan li Efrînê li dijî stemkariyê kiriye, û 2 xwepêşandanên dema Encumana Niştimanî ya Kurd, ji bilî xwepêşandanên Qamişlo û 2 li Şamê li meydana pêşber Encumana Wezîran(ez di herduwan de jî hatim girtin), wê çaxê birînên dijwar di laşê min de çêbûn, û ez hatim girtin, wê çaxê ji bo Kurdên Bênasname bû, û ji bo mafên niştimanî û netewî bû, her carê ez birîndar dibûm û dema çend seetan girtî dimam, di xwepêşandana Meydana Bankê de ez bi birînên kûr bi kêr û şintyanan birîndar bûm, wam bûyeran tevan jî baweriya min bi tekoşîna di ber dadperweî  piransîbên kurdayetiyê de kêm nekirin, û rêbaza Berzaniyê nemir çekê min yê herdemî bû, ezê di xebata xwe de berdewam bim ta henas di laşê min de heye, û hata ez saxim ez dest ji devera xwe bernadim, ji ber ku ez erkê xwe bi cî tînim di ber netewe û welatê xwe Sûriya de.

Partiya Yekîtiya Demoqrat naskirî ye bi stemkarî û serkutkirina wê ji kurdan re , ne ji Ereban re, tevlî weha jî dijîtiya kurdan bi tevayî  ji aliyê hin çalakvan û fesîleyên islamî bi behaneya vê partiyê tê kirin, di nerîna te de , çima ta niha dîmen li rex welatiyên Sûrî zelal nebûye, piştî bûrîna zêdî 5 salan li ser şoreşa Sûrî?

Giring e dîmenê siyasî û leşkerî û civakî li deverên Kurdî li Sûriyê bê naskirin, rêjîmê doseya kurdî radestî  desthilata Kotekî  kiriye, li gor hin şert û mercan û di serî de serkutkirina tevgera siyasî ya dîrokî ya gelê me ye, û birrîna peywendiyên wê bi berdewamiya wê ya Kurdistanî re, û nehêlana avabûna rewşeke Kurdî ya xwedî berdewamiyek niştimanî Sûrî, û nehêlana danûstandina gel û tevgera me bi Şoreşa Sûrî ya rastyeqîne re, û cudahî pir e di nav desthilatekê de ku gelê kurd serkut dike, û gelê Kurd yê stem û zor bi dehên salan dîtiye, û pirojeyên şovînîst û awarte li ser hatine ferzkirin ji aliyê dektatorên dihatin ser desthilata vî welatî, û biratiya Kurdî û Erebî ya rastî di dîrokê de bi xwîna pakrewanan hatiye nivîsîn, bi taybetî dema şerê dijî dagîrkariya Ferensî, û ew biratî cihê şahnaziyê ye. Û tiştê niha dibe tiştekî ne raste, divê cudahî hebe di nav tiştekî navê wî desthilata kotekî ji bedêla rêjîmê ve , û gelê kurd.

Hûn wek xelkê Efrîn ji gelek aliyan de fatora cenaga Sûriyê didin, baskên çekdarî yên PYD çalakiyên we serkut dikin, ketîbeyên misilman Efrînê ji gelek aliyan ve dorpç dikin, gelo çi rê heye ku ji vê astengî û aloziya ku PYD hûn xistinê de derkevin?

Kula me ya sereke parastina aştiya civakî li deverên me ye, û me bizav di ber wê de pir kiriye, ne ku em lawaz in, ji ber ku cemawerekî me yê berfireh heye, tevlî siyaseta rêbazkirî ji aliyê desthilata kotekî ve û bi ecindeyin hêzên ewlekariyê ji bo guhertina demografî, bi hezarên malbatên Ereban penaberî Efrînê bûne, em dilxweşin bi pêşwaziya wan, lê siyasetên PYD bijartdeyê dijwar li ser gelek astan li pêş me datîne, ji ber ku tiştê dibe ne pêşwazîkirina mêvanekî yan biyaniyekî ye, lê ew armanckirina gelê Kurd û guhertina dîmografiya deverê û çêkirina dijminan e, em niha di astengiya berî firehiyê de ne , qonax pir hestyar e, û gelek bînferehî û hişyarî ji me tê xwestin, tevî hemî fişaran jî, ji aliyê cemawerî ve em rêvebeiya devera xwe dikin, divê hêzên niştimanî zanibin rewşa Kurdî ya rastî ya ku em nûnerîtiya wê dikin çiye, û danûstandinê li gor bercewendiya niştimanî ya bilind pê re bikin, divê her kes tê bigihêje ku kesin hene bi navê serweriya niştimanî û welat( rêjîma xwînrêj) gel şerpeze kirin û welt wêran kirin, û hene yên ku bi navê olê û piransîbên pîroz, ku dîn ji wan bêrî ye,  dîn wêran kirin wek DAIŞ û Nusra û rêxistinên din ên tundrew, û hinên din hene ku kar bi navê netewa Kurd kirin û neteewa kurd ji wan bêrî ye, kurdîtî bêwate kirin( saziyên PYD).

PYD nerîneke wê ya istiratîcîk a zelal derbarê Şoreşa Sûrî bi giştî û Kurdan bi taybetî tune ye, siyaseta wan li ser guherînên û tektîkên ji nişka ve yên nayên aqila ava dibin, lewra eger Rûsan û Esed dest ji PYD berdin û devera we rastî êrîşa wan hêzan an hinên din hat, ti pilana we heye ji bo hûn berevaniya devera xwe bikin, eger hêzên PYD şikestin an meydan vala hiştin û serkirdeyên wan bazdan Qendîlê?

Em bi xurtî kar dikin ji bo rewşa ku niha em têdene biguherin bi rewşek kurdî bi herdû aliyên xwe yên netewî û niştimanî li gor nirxên kurdayetiyê, niha Sûriya di nav pêlên gelek sînaryoyan de ye, û bi taybet navçeya me, lîstika dewletan ya kevnî- nû, li ser siyaseta bercewendiyan ava dibe, û gelek rê hene ji bo nehiştina têkçûna rewşa navçeyên me, cemawerekî me yê berfireh û mezin heye û bi dilgermî li benda meye ku rola xwe bi serkêşiya partiya me "Dîmoqratî –Kurdistan  û di bin sîwana Encûmena Niştimanî ya Kurd de" bilîzin,  eger ev qûnaxa wêrankirinê derbasbe, em pişta xwe bi berfirhiya xwe ya Kurdistanî û Niştimanî xurt dikin, û vegera leşkerên Roj û belavbûna wan ya yekser li deverên me piştî lihevkirinên berî wê bibin.

Piştî paşketina rewşa abûrî li welat di salên xerabkirin û wêrankirinê de, û astengiyên PYDê yên berdewam bi ser de dermafê xortan û ajotina wan berbi leşkeriya neçar de, di nerîna te de hûnê çawa karibin di rûyê van astengiya de derkevin piştî ku dever ji xortan vala maye?

Temînîk me ya xurt heye ji piraniya serkirde û heval û kadroyên me re ku dest ji welat bernedin û têkoşîna xwe li gor derfetên heyî bikin, ta ku gemiya me van pêlên dijwar derbas bike û bighê perava hêminiyê bi piçûktirîn ziyan, û kar ji bo saxlemiya gemiyê bi xwe jî bibe, û eger bê xwestin û li gor bangewaziya me wê xort amade bin, û bi taybetî pêşmergeyên me û em nema welatê xwe di destê guran de dihêlin.

Itilaf