Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye
Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

Welîd El-Muelên: Danûstandin bi PYDê re wendakirina demê ye

4:05:59 PM

RojavaNews:  Wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Welîd El-Muelên di kongirekî rojnavanî de got ku danûstandin bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD re wendakirineke ji demê re.

Wezîrê derve yê rêjîma Esed, Welîd El-Muelên di kongirekî rojnamevanî de li Şama paytexta Sûriyê li gel hevşanê xwe yê Iraqê, Îbrahîm El-Cehferî got, ku her danûstandinek li gel Kurdan ku mebesta wî bi wê yekê Partiya Yekîtiya Demokratik PYDê bi wendakirineke ji demê re, eger ew rijbin bi dil ser piştgiriya xwe bi Amerîka.

Ew daxûyaniya Elmuelêm di bersîvdana nûçegehekî di kenalekî Televizyonî de bi ser rêjîmê ve ku hejmarek pirsiyar ji wî kiribûn li ser kiryarên PYD derbarê ferzkirina rêbazên xwendinê û bacan û bingehên Amerîka ên leşkerî li devera Kurdî ya di bin kontirola PYDê de.

Heweha, El-Muelên got jî ku federalî berevaciyeke ji destûra Sûriyê re û ew wek dewlet nikarin berûvaciyê li destûra xwe bikin û rêzê jêre digrin li gor gotina wî û wî serbarkir ku her danûstaninek li gel PYDê  wendakirinek ji demê re û ameje kir ku ew rijin li ser vegerandina her bihostekê ji xwaka Sûriyê û divê PYDê hilbijêre di navbera danûstandinan û awayê dî de. 

Muelên got jî ku ewê berê xwe bidin Rojhilatê Feratê û bakurê Helebê piştî rizgarkirina Idlibê li gor derbirîna wî.

Tê zanîn  ku hevserokê berê yê PYDê, Salih Mislim ku niha endamê pêwendiyên diblomasî ye yê TEV-DEMê bi rêya rûpela xwe ya Mîdiya civakî tiwîtirê hoşdariyek raserî rêjîma Esed kir ji encamên her êrîşekê li ser Rojavayê Kurdistanê  û weku bersîvekê li ser daxûyaniyên rêjîmê li ser zarê wezîrê wê yê derve û got ku her kesek hawil bide êrîşî deverên ku wan rizgarkiriye bikin  wê çarenivîsa wan mîna çarenivîsa DAÎşê be.

M. Qadî