Kurdistan ji gelek welatên OPECê dewlemendtir e!

Kurdistan ji gelek welatên OPECê dewlemendtir e!

13:01:20

 

Rojava News: Kaneyên xaz û petrol ên Kurdistanê nêzî Libyayê ye û piştî ragihandina serxwebûnê di nava welatên endamên OPECê de wê bibe welatê 8emîn ku petrola wê heye.

Dewlemendiya xaz û petrola Kurdistanê piştî referanduma serxwebûnê dibe nexşeya enerjî ya Rojhilata Navîn biguherîne û ev petrol û xaz ji niha de xwediyê şirketên mezin geş û xweş dike. Li gorî daneyên fermî Kurdistan xwediyê kaneya 45 milyar bermîl petrol e. Kurdistan bi vê potansiyela xwe Cezayîr û Qetar jî di nav de ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e.

Li gorî pisporan welatên Gabon, Endonezya, Ekvador, Angola û Cezayîr ku ekonomiya wan li ser petrolê dimeşe kaneya wan a petrolê ya her 5 welatan 35 milyar bermîl e û dema Kurdistan bi van welatan re tê qiyaskirin girîngiya wê derdikeve holê.

Dîsa li gorî pisporan ji sedî 31 petrola Iraqê li Herêma Kurdistanê ye û heke herêm serxwebûna xwe ragihîne wê girîngiya Iraqê di nava bazara cihanê de ya petrolê de bikeve û dibe têkeve krîza aborî.