Suriyê pereyên 2 hezar banknotî derxist!

Suriyê pereyên 2 hezar banknotî derxist!

Rojava News: Hikûmeta Sûriyê pela(bankanot) 2 hezar lîreyên Sûriyê çap kir û ew şande nav bazaran û bikaranîna wê detpêkir.

Rêvebirê Banka Navendî ya Sûriyê Durêd Dirxam da xuyakirin, ku ji berî çend salan ve hikûmeta Sûriyê pelên nû yên 50, 100, 200, 500, hezar û 2 hezar lîreyên Sûriyê çap kiribûn, lê ji ber rewşa awarte û şerê li Sûriyê, Banka Navendî şandina pela 2 hezar lîre bo nav bazaran paş xistibû.

Dirxam ew yek jî anî ziman, ku ji îro pê ve dê pela 2 hezar lîre li nav bazarên Şamê û çend parêzgehên din yên Sûriyê bê bikaranîn.

Berî Adara sala 2011an, her dolarekî Amerîkî li hember 45 lîreyên Sûriyê bû, lê niha her dolarek li hember nêzîkî 530 lîreyê Sûriyê ye.