Beşê çaksaziya Sûriyê têkçûye

Beşê çaksaziya Sûriyê têkçûye

Rojava News:  Rojnameya El-weten  ya ku nêzîkî rêjîma Sûriya daxuyaniya wezîrê çaksaziyê yê rêjîmê Ehmed Hemo ya di derbarê têkçûna çaksaziyê de belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku tevahiya ziyanên gihane çaksaziya Sûriyê bêtirî tiriliyon leyreyên Sûriye ye.

Tê zanîn ku di raporên berê de hatibu  xuyakirin ku bêtirî 1548 kargehên taybet ji sedî 60î ziyan girtine, ji ber topbaranê, û koçberiya xwedanê kargehan ber bi derveyî welêt.