Rojava News: Rêxistina dor ya zanyarîyên petrola Kurdistanê,ragîhand; yedekê petrola başûr û rojavayê Kurdistanê 3% ji yedekê petrola cîhanê pêktîne.
Li dûv ragîhandina rêxistina dor ya zanyarîyên petrola Kurdistanê, qebarê petrola yedeka başûr û rojavayê Kurdistanê 58 milyar bermîlin û yedekê xaza xwezayî 6 tirilyon metrên sêcare ku ev jî, sê ji sedê ya yedekê petrola cîhanê pêktîne.
Li dûv zanyarîyên rêxistina dor, petrol û xaza xwezayî ya rojavayê Kurdistanê, nîva yedekê petrola Sûrîyê pêktîne ku niha xwedî hezar û 270 bîrên petrolê ne û dîsan 25 bîrên xaza xwezayî hene.
