Kurdistanê biryara xwe da, êdî petrol serbixwe tê firotin

Kurdistanê biryara xwe da, êdî petrol serbixwe tê firotin

RojavaNews : Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî li benda biryara Bexdayê namîne û petrola xwe û Kerkûkê bi awayekê serbixwe difiroşe û dahatê wê jî dide Wezareta Darayî û Aboriya Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand: “Me ev pêngav ji bo çareserkirina krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê avêt, ji ber ku êdî mûçeyê xelkê Kurdistanê paş nekeve.”