Wê sê palavgehê petrolê li Herêma Kurdistanê bên avakirin

Wê sê palavgehê petrolê li Herêma Kurdistanê bên avakirin

Rojava News: Komîta pêşesazî, enirjyê û çavkaniyên xwezayî di perlementoya Kurdistanê de eşkere kir ku Herêma Kurdistanê dê 3 palavgehên petrolê li sê parêzgehan damezirîne, her palavgehek rojane dikare 50 hezar bermîl berhem bike.

 

Li gorî zaniyariyên serokê komîta çavkaniyên xwezayî di encûmana parêzgeha Silêmaniyê de bi avakirina van hersê palavgehan dê 10 hezar kes bibin xwedî kar.

 

Biryardara komîta pêşesazî û enrjiyê di perlementoya Kurdistanê de Roza Mehmûd di daxuyaniyekê de bo ajansa Anadol ragihandibû ku wê Herêma Kurdistanê bi mebesta bidawî anîna qeyrana sotemeniyê li herêmê sê palavgehan avabike li sê parêzgehên Herêma Kurdsitanê.

 

Herwiha Roza mehmûd got: “Ew sê palavgeh dê li her sê parêzgehên Silêmaniyê, Hewlêr û Duhokê bin û her yek ji wan dê 50 hezar bermîl rojane berhem bide û bi dûve dê karibin 100 hezar bermîl rojane berhem bidin, wê ev palavgeh bi şêweyê nûjen bên damezirandin.”

 

Ji aliyekî din ve Roza Mehmûd got: “Bi avakirina van palavgehên nûjen Hikûmet dê gelek pere tewfîr bike ku niha ew pereyan diçin ji palavgehên ne yasayî ku hejmara wan li Herêma Kurdistanê dighê bêhtir ji 500 palavgehan.”

 

Serokê komîta çavkaniyên xwezayî û enrjiyê di encûmana parêzgeha Silêmaniyê de Dr: Xalib Mihemed Elî ku dektora di biwarê petrolê pêre ye got: “Bi avakirina van her sê palavgehan nirxê palavgeha her bermîlek petrol dê bibe 3 dolar ne 17 dolar wek niha heye û ev jî dê gelek pere bên parastin ji qenciya Hikûmetê re.”

 

Herwiha navborî got jî: “Avakirina van palavgehan gelekî girînge ji Herêma Kurdistanê re bi taybet ku Herêma Kurdistanê gavên xwe ber bi serxwebûna aborî ve davêje.”

 

Ji aliyekî din ve Dr Xalib ew jî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê di sala 2020 de wê rojane pêwîstî 13 milyon litir benzîn û 9 milyon litir dîzil bibe, eşkere jî kir wê sala 2019 ev her sê palavgeh amade bin.