Heleb - Lîreyê Tirkiyeyê li şûna yê Sûriyeyê digire

Heleb - Lîreyê Tirkiyeyê li şûna yê Sûriyeyê digire

Rojava News: Komîteya Sûriyeyê ya Guhertina Pereyan biryar da ku li şûna lîreya sûrî, lîreya tirkî li deverên di bin kontrola dijbereya de li Helebê bê bikaranîn.

 

Komîteya Sûriyeyê ya Guhertina Pereyan dibêje ev biryar ji bo birina fişarê li ser aboriya hikûmeta Sûriyê hatiye dayîn.

 

Tevî rexneyên ku li biryarê tên girtin û tevî ku heta niha hikûmeta demkî ya dibereya Sûriyê ev biryar ne sepandiye, lê bi gotina endamên komîteyê, dê ev gav ketina rejîma Sûriyê zûtir bike, lewma dest bi cîbicîkirina vê biryarê hatiyê kirin.

 

Li deverên Helebê yên di bin kontrola dijbereya Sûriyeyê de êdî bi lîreya tirkî mûçeyên karmendan li tên dabeşkirin.