Rêxistina DAIŞê bîrên petrolê yên parêzgeha Himsê kontrol kir

Rêxistina DAIŞê bîrên petrolê yên parêzgeha Himsê kontrol kir

Rojava News: Li gor agahiyan, çekdarên DAIŞê piştî şer û pevçûnên giran bîrên petrolê yên Cezil ên li parêzgeha Himsê ji destê Artêşa Sûriyeyê derxistin û kontrola wan girtin destê xwe.

 

Bîrên petrolê yên Cezil ku li parêzgeha Hims li rojavayê Sûriyeyê ne, bîrên herî dawî yên petrolê bûn ku di destê Hikûmeta Sûriyeyê de mabûn.

 

Di heyama 3 saln borî de rejîma Sûriyeyê piraniya bîrên petrolê li sernaserî wî welatî ji dest dabû.

 

Piraniya bîrên petrolê yên Sûriyeyê li her du parêzgehên Heseke û Dêrazorê li rojhilatê wî welatî ne û di heyamn borî de ji dest Hikûmeta Sûriyeyê derketine û niha beşek ji wan di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û beşek din jî di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ne.

 

Li gorî çavdêran, bi kontrolkirina bîrên petrolê yên Cezil ji aliyê DAIŞê ve, hikûmeta Sûriyeyê rastî qeyraneke sotemeniyê tê, ji ber ku Hikûmeta Sûriyeyê piraniya pêdawîstiyên artêşê û saziyên dewletê ji wan bîran dabîn dikir.

 

12:28:03