Urdin piştgiriya biryara gelê Kurdistanê dike

Urdin piştgiriya biryara gelê Kurdistanê dike

Rojava.fm : Dewleta Urdinê derbarê pirsa şandin û firotina petrola Herêma Kurdistanê de ragihand ku “Ew pirseke navxweyî ya Iraqê ye”, lê rêz li wê biryarê digire ku xelkê Kurdistanê di paşerojê de derbarê çarenivîsa xwe de bidin.
 
Konsulê Urdinê li Hewlêrê, Fayiz Xûrî tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî naxwaze detsêwerdanê di pirsa şandina petrola Herêma Kurdistanê de bike ji ber ku wek wî got: “Ev pirseke navxweyî ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”
 
Fayiz Xûrî di merasîma salvegera serxwebûna Urdinêde, ku li bajarê Hewlêrê hatibû lidarxistin, derbarê pirsiyara ku gelo ew çaverê dike ku rojekê Kurdistan jî wek Urdinê cejna serxwebûnê lidar bixe, ji Rûdawê re got: “Tiştê ku xelkê Kurdistanê bixwaze em ligel de ne, hêzniyên xweş jî bo xelkê Kurdistanê dixwazin.”