Bînalî : Du deriyên din di navbera Bakûr û Başûr de vedibin!

Bînalî : Du deriyên din di navbera Bakûr û Başûr de vedibin!

12:54:02

 

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim behsa hevdîtina xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got, me li ser peywendiyên her du aliyan bi taybet li ser şerê li dijî terorê gotûbêj kir. Yildirim her wiha da zanîn, dê du deriyên sînorî yên din di navbera Bakûr û Başûr de bên vekirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, duh tevlî bernameya hevbeş a televîzyonên Show TV û Haber Turk TV bû û bersiva pirsan da.

Derheqê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtina bi wî re Yildirim got, li Herêmê (Herêma Kurdistanê) tengaviyên aborî hene. Ji ber wê jî emê peywendiyên xwe bi taybet di warê enerjiyê de bihêz bikin, emê her wiha du deriyên sînorî vekin, yekê li aliyê Çelê yê din jî li aliyê Şemzînanê.

Serokwezîrê Tirkiyê her wiha got, me û Barzanî li ser peywendiyên her du aliyan bi taybet li ser şerê li dijî terorê gotûbêj kir û me li hev kir ku divê hevkariyek xurt di vî warî de hebe. Me li ser parastina deriyên gumrikê yên ku dê bên vekirin jî axivî.

Di navbera Bakûr û Başûr tenê deriyek heye ew jî deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl e.