Dolar bilind bû Nirxê petrole daket!

Dolar bilind bû Nirxê petrole daket!

10:26:42

 

Rojava News: Nirxên rekeftinên bi dem yên serekeya petrole doh çarşemê di bin bandorên Dollar de kêm bûn, piştî ku nirxên dollar gihan bilindtirîn rêjeyên xwe di sê heftiyên borîn de, û herweha bandorên zêdebîna hilgirtina Amerîka jî li ser wan nirxan hebûn.

Di heyama saet 06:52 de nirxa serekeya navwelatî ya Brent giha 48.30 dollaran ji yek bermîl re bi kêmbûna heft sentan ji nirxa girtina dawî ji bazirgehe re.

Herweha serkeya teksas ya Amerîkî heft sentan daket û nirxa wê giha 46.28 dollaran ji yek bermîl re.

Ji hêla xwe ve nîşana dollar li hember mezintirîn diravan giha bilintirîn rêjeya xwe ji 9ê Tebaxê de û giha 96.143an.

Sedema bilindbûna nîşana dollar divegere ragihandina encûmena hilgirtina federal ya Amerîka ku guman hene bi bilindkirina nirxên sûdeyen Amerîkî.