Nirxê petrolê derkete 53 dolar û 20 sentî

Nirxê petrolê derkete 53 dolar û 20 sentî

 

 

Rojava News: Buhayê petrolê di bazarên cîhanê de bi rêheyeke berçav zêde bû û piştî demek dirêj ji kêmbûna buhayê wê, gihîşt bilindtirîn asta xwe.

Li gorî zanyariyan, nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bi awayekê berçav bilind bû.

Di bazarên cîhanî de, nirxê her bermîleke petrola Brênt a Deryaya Atlantîka Bakûr 53 dolar derbas kir û bi 53 dolar û 20 sent hat firotin.

Ev yek di demekê de ye, ku şeva bihorî jî nirxê yek bermîlê petrola Brênt 51 dolar û 80 sent bû.