Bermîlek petrola “Brent” 55 dolar derbas kir!

Bermîlek petrola “Brent” 55 dolar derbas kir!

 

 

Rojava News: Nirxa petrolê di bazarên cîhanê berdewam ber bi zêdebûnê ve diçe û herî dawî, her bermîlek petrola “Brent” 55 dolar derbas kir.

Îro danê êvarê nirxa her bermîlek petrola xav a Brentê 55 doalr derbas kir û bi 55 dolar û 9 sentan hat firotin.

Piştî ku roja 30 Mijdara 2016ê, welatên endamên rêxistina OPECê li ser kêmkirina asta derxistina petrolê li hev kirin, nirxa petrolê roj bi roj biha bû.

Pisporên aborî dibêjin, bi îhtimaleke zêde ev bihabûna nirxa petrolê heta serokê nû yê Amerîka Donald Trump bi fermî li ser kursiya serokatiya Amerîka rûnê, dê bidome.

Donald Trump roja 20 meha Çileya sala 2017 bi fermî wek serokê Amerîka dest bi kar dibe.