Li Rojavayê Kurdistanê dolar bilind dibê !

Li Rojavayê Kurdistanê dolar bilind dibê !

13:10:26

 

Rojava News: Di rojên dawî de, li bazara bajarokê Girkê Legê yê bi ser Dêrikê ve, liv û tevger lawaz bûye û gotina welatiya hemû tişt girêdayî dolarî bûye.                               

Li Rojavayê Kurdistanê, çîroka nirxê dolar, çi erzan bibe û çi jî buha bibe, li ser zimanê hemû hemwelatiyane. Li bajarokê weke Girkê Legê jî, çîroka dolar êdî ne tenê taybet bi bazirganan e.

welatiyên Girkê Legê dibêjin dolar buha dibe, nirxê tevahiya kelûpelan bilind dibe, dolar erzan dibe, dîsa nirxê kelûpelan her bilind dimîne.

Serraf vê lîstika bi nirxê dolar dixin stûyê hikûmeta sûriyê de, çimkî bi gotina wan, ew kiryar û firoşkarê sereke yê dolar e.

Bazirganên biçûk jî dibêjin ku dikevin navbera temahiya bazirganên mazin ku bi dilê xwe nirxan li ser wan ferz dikin û gazinên welatiyên ku bandora erzanbûna dolar li ser buhayê kelûpelan nabînin.

Welatiyên mûçexwer, bi taybet ewên ku mûçeyên wan yên mehane pirr kêm in dibine qurbaniyên sereke yên vê tevlîheviya bazaran.

Li beramber vê rewşê, welatî gazinan dikin û dibêjin ku rewşa wan a  aborî roj bi roj xerabtir dibe û nema dikarin pêdiviyên malên xwe pêda bikin.

Eger hikûmeta Sûriyê lîstikê bi bazarên dolar û qûtê xelkê dike, yan jî bazirganên mezin û biçûk temahiyê dikin û nirxan li gorî xwe destnîşandiki û her welatiyên sade û kêm îmkan bi agirê vê buhabûnê tên şewitandin.