UNESCOyê nasnavê “Hunermendê Aştiyê” da muzîkjenê kurd

UNESCOyê nasnavê “Hunermendê Aştiyê” da muzîkjenê kurd

02:15:46

 

Rojava News: Komîteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê ji muzîkjenê kurd Nesir Şemme re, nasnavê “Hunermendê Aştiyê yê UNESCOyê” da.

Rêvebira Giştî yê UNESCOyê Irina Bokova bi daxuyaniyekê ragihand, Nesir Şemme ji ber ku bi perwerdehiya muzîkê, ji ciwanan re dibe nimûne, nasnavê “Hunermendê Aştiyê yê UNESCOyê” jê re dane.

Muzîkjenê kurd Nesir Şemme, ji ber xebatên wî yên li ser nirxên muzîkê, diyaloga wî ya bi çandên ciyawaz û parastina wî ya mîrateya muzîkê, ev nasnav jê re hatiye dayîn.

Nasnavê  “Hunermendê Aştiyê yê UNESCOyê” sibe bi merasîmekê dê pêşkêşî Nesir Şemme bikin.

Nesir Şemme di sala 1963an de hatiye dinyayê û  ji kurdên Feylî ye. Şemme di sala 1987an de li Bexdayê Enstîtuya Muzîka Bilind xilas kir.

Nesir Şemme weke muzîkjenê herî baş ê Iraqê hatibû hilbijartin û weke “Şarezayê Ûdê” tê nasîn. Herwiha ji hunermendên herî baş ên “Ney”ê jî tê zanîn.