Bob Dylan xelata xwe ya Nobelê girt!

Bob Dylan xelata xwe ya Nobelê girt!

 

12:26:16

 

Rojava News: Çapemeniya Swêdê ragihand ku stranbêjê navdar ê amerîkî Bob Dylan Xelata Nobelê a Wêjeyê piştî merasîma xelatdayînê bi 3 mehan girtiye.

Li gorî nûçeya BBCyê Dylan xelata xwe li Swêdê di çalakiyek taybet de wergirt.

Xelata wêjeyê cara pêşî tê dayîn stranbêjekî. Akademiya ku xelatê da Dylan diyar kir ku: "Dylan di çanda strana a amerîkî de îfadeyên nû ên helbestî afirand."