14:44:38
Rojava News: Stranbêja xelka Sûriyê Nadiye Menfuh got, ew demeke dirêj e ji bo straneke kurdî amadekariyê dike.
Li gor nuçeya Rudawê Nadiye Menfuh dixwaze straneke kurdî bibêje û dê di demeke nêzîk de straneke kurdî bilav bike.
Menfuh gotiye: “Heger ez rastî kesekî dengê wî xweş û bizanibe kurdî û erebî, dixwazim pê re dûetê bikim.”
Stranbêja ji Sûriyê diyar kir ku wê beriya niha serdana Herêma Kurdistanê kiriye û wiha domand: “Ez paytaxta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê wekî mala xwe ya duyem dibînim. Peywendiyên min digel hunermendên Hewlêrê gelek baş e. Muzîka kurdî û sûrî gelek nêzîk hev in.”
