5:23:24 PM
21/08/2017
RojavaNews :Bajarê Qamişlo yan jî (Bajarê Evînê)wek ku Xelkên wê hesdikin binavkin ,ku bêtirî welatiyên wê kurdin, di gel pêkhatên din wek Ereb-siryan-Ermenî-kildan Aşûrî û netewne din pêkhatiye,û ji Olên Mislman bi piraniya xwe -Fileh -cihû-Êzîdî-û olne din pêkve dijîn.
Qamişlo nîzîkî Şûnmayê Bajarê Orkêş a dîrokî ye,Bakurî Ҫiyayê Torosê ye,ji 38 k.m Ҫargoşe pêk tê ,bê nawçeyên xwe,hejmara welatiyên wê di 2014an de "425,580 kes e ,li gor hin jêderan" gelek kesayetên wê yên navdar hene,ji wan kesan (Aram Dîkran-Iskender Ezîz -Mihemed Şêxo-Ciwan Haco-Selîm Berkat-Cankarat-Cegerxwîn-Se,yîd Yûsiv) û ji bilî wan jî pir kesayet hene.
Di Bîranîna "91" Saliya Damezrandina Qamişlo de,di lêdwaneke teybet bi Rojava News re Helbestvan û Ronakbîrê Kurd Konê Reş helbestek diyarî Qamişlo û hemîQamişlokiyan di vê rojê de kir :
Xanima min, Qamişlo!
Konê Reş
Te çi divî be
Bela ji te re be
Bela bejna qamîş û qamir
Li ber bayê te
Bêne hejandin..
Di zayîna te ya nû de
Kêm kes dikarin
Di vî asoyê te yê xemgîn de
Mirinê bi afirînin..
Di vê xaka te ya bi xwîn de
Wê xortên nû bêne şîn bûn û
Her tê weke xwe bi mîne
Tê weke xwe bimîne û
Wê careke din
Li ser peravê çemê Ceqceq
Hevdîtina yaran
Girnijandina yaran
Dilketina yaran
Jiyanê xweş bikin

* * *
Qamişlo, Xanima min!
Çendî çolistanê hewildaye ku
Kirasê xwe li te bike
Kirasê wê li te teng derketiye û
Kirasê çiyayî ji te
Ne hatiye kirin..

* * *
Xanima min!
Îro stêrka te di asmanê welat de
Di çirise
Bi hewildane ku careke din
Çemê Ceqceq bi herike
Careke din
Ava kaniya Reş û Spî
Hilm û bîna çiyayê
Bagokê û Omeriyan
Bi ser me de
Bi fûrîne..
Serxet û Binxetê
Ji ferhenga xwe bavêje..

* * *
Xanima min!
Êdî bese, bela bes
Dergevanên dergehên te
Zêrevaniya xewnên me
Bikin û
Gemîvaniyên xwe
Di nav deryaya kul û xemên me de
Werkin..
* * *
Xanima min!
Hêsrên şor
Bi ser dêmê min de
Di xindirin, dinesilin û
Qet nikarim xwe
Ji bejna te
Daweşînim..
Hestî ji goşt derînim û
Hêj dengê Cegerxwînê Hesarî;
Kîme Ez!
Di qulên guhê min de
Li hev vedigere..
* * *
Xanima min!
Bi hêvîme tu nebe
Ardiwê gunehkaran
Di destê Bekoyan de..
Wê tev bi revin û koç bikin
Stêra tevan wê here ava
Bi tenê tê bi mîne
Dîdevanê demê û
Roka te
Qet naçe ava
Ji ber ku
Asman yê te ye
Aso yê te ye
Qamişloka min
Xanima min
Evîna min..!
her weha rewşenbîrê kurd Konê reş di rûpela xwe ya (facebook ) ê de jî daxwaziyek belavkir bi navê" werin em bi hevre roja avakirina Qamişlo li darxin" bi hemû pêkhatên bajar (Kurd-Ereb-Fileh-Siryan-Ermen û cihû)
Elî Umer
