Kurê Rojavayê Kurdistanê gihişe qonaxên dawî di bernameya Kurdistan Kîds Voîce de
Kurê Rojavayê Kurdistanê gihişe qonaxên dawî di bernameya Kurdistan Kîds Voîce de

Kurê Rojavayê Kurdistanê gihişe qonaxên dawî di bernameya Kurdistan Kîds Voîce de

1:18:07 AM

RojavaNews :Loran Mihemed xortekî nȗhatî ye,ji berî 5mehan ve ,beşdarî bernameya Kurdistan Kîds Voîs bȗ ye,ku beşdarên bernameyê zarok ȗ xortên nȗhatî yên her Çar parçeyên Kurdistanê ne ,ȗ di maratoneke hunerî de rikaberiyê li ser xweştirîn deng dikin.

Loran li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di 5ê Çileya 2005an de ,li taxa Qenat Siwês a Rojhilatê Bajar , ji dayik bȗye,ȗ di pêla penaberiyê de ,bi malbata xwe re ,berê xwe dane herêma Kuristanê ,ȗ li Kampa Domîz a ser bi parêzgeha Duhokê ve , niştecî bȗye .

piştî ezmȗnên bernameyê li Duhokê ,di 27ê meha 9an 2017ê de,yekem car loran li pêşiya Komîteya navbendî a programa Kurdistan Kîds Voîs rawestiya ȗ behremendiya xwe bi zelalî daxuyanî ,ji wê demê ta vê qonaxa berî dawî ,navê xwe ȗ Qmişlo her bi xweşî ȗ serkeftin bidest xist ye.

RojavaNews rewşa hunermendê paşerojê Loran Mihemed ji nîzîk ve şopand  ,loran li ser jiyana xwe ya rojane ȗ kar ȗ xwendina xwe ku Li dibistana Rojava ya Kampa Domîzê xwendina xwe tê de di ke got: Ez hej xwendina xwe heme,ȗ piştî ku karên xwe yên xwendinê rojane bidawî dikim,berê xwe di dime pêşangeha bavê xwe ,di kar de alîkariya wî dikim.

Loran ji destpêka beşdariya xwe ve ta van qonaxên dawî her stranên kurdî yên resen ku di filklor ȗ keltȗrê kurdî de sax ȗ xweş dimînin ,ȗ hunermendên kurdistanî yê herî navdar strandine,bi dengê xwe yê teybet li ser depa bernameya Kurdistan Kîds Voîs distrîne.

Loran li ser ezmȗna xwe di vê bernameya Kurdistanî de ,ku cemawerekî ber fireh li Kurdistanê ȗ Ewropayê lê guhdarî dike ,got ku ew pir ji hunerê hez dike ,gelek sȗd jî ji bernameyê bidest xistiye.

Komîteya navbendî a programa Kurdistan Kîds Voîs, ji deng ȗ bikar anîna dengê loran di bernameyê de pir razî ye ,Hunermendên kurd yên navdar mîn (Rojîn-Delîl-Hesen-Kîjan)ku endamên komîteyê ne serkefinê ji loran re dixwazin ,ȗ pesnê Qamişlo li gor nerînên xwe tim tînin ziman.

Li pişt serkeftinên Loran ,ji bilî dengê wî yê nazik ȗ bihêz ,dê ȗ bavê wî jê re piştevanin,ku her dȗ jî endamine pir zîrek bȗn di  Koma Narîn A Huner ȗ filklora Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de, bav hunermend de ,ȗ perwerê filklora kurdî ye,ew jî piştevaniya kurê xwe bi hostayî

dike.

Loran ji cemawerên xwe bi giştî,bi teybet kurdên rojavayê kurdistanê ȗ Qamişlo “bajarê evînê “hêvî di ke ku piştevaniya xwe jê re berdewam bkin ,da navê xweştirîn deng di her çar parçeyên Kurdistanê de KURDISTAN KÎDS VOÎS  bidest bixe,ȗ bi be stêrkek di asîmanên huner ȗ filklora kurdî de.

R-E.U


Media