Ji bo zarokên penaber bi 7 zimanan konsêr dan

Ji bo zarokên penaber bi 7 zimanan konsêr dan

 

Rojava News: Li Diyarbekirê zarokên ku di Koroya Hemawazê ya Dibistana Navîn a Nuriye Akê da ne ji bo alîkariya penaberên ji Rojava û Şingalê bi 7 zimanan konsêr dan.

 

Konsêr di pêşîkêşiya Şefa Koroyê û Hîndekara Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Songul Çakmakê da li Navenda Çandê ya Batmanê hat lidarxistin. Zarokan ji bo hevsalên xwe yên ji Sûriye û Iraqê bi tirkî, kurmancî, erebî, lazkî, êrmenîkî, suryanîkî û zazakî sitran gotin.

 

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî konsêrê dan. Pereyê ku ji konsêrê hat qezenckirin yê bibexşînin penaberên zarok.

 

Çakmakê di daxuyaniya xwe ya beriya konsêrê da diyar kir ku konsêrê ji bo penaberên ku ji ber şerê li Şengal û Rojava didomê revîn û xwe sipartin Batmanê li dar xistin.

 .