RojavaNews : Hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer sitraneka xwe ya salên heştîyan bi şêweyê nû kilîp kir û belav kir û di demekî nêzîk dê li hemû kanalên Kurdî bê weşandin.
Sitrana “Ez xurtê Kurdim” ya hunermend “Şivan Perwer” bi sponserîya kompanîya “Korek Tilîkom” û ji berhemanîna kompanîya” Hay Lêvil” bo berhemanîna karên hunerî hatîye çêkirin.
Klîpa sitrana navborî ji sînaryo û derhênana “Şirîn Cîhanî”hatîye çêkirin.
Îsil Mêrgesorî rêveberê kilîpê dîyarkir ku di sînaryoyê da çend kesayetîyan rol têda girtîye û li sînorên Guwêr û Mexmurê li nava pêşmerge hatîye wêne kirin.
Mêrgesorî aşkere kir ku klîpa “Ez Xortê Kurdim” ya hunermend “Şivan Perwer” bi sîstemekî pêşketî û profîşînal hatîye çêkirin û li demekî nêzîk dê li hemû kanalên Kurdî belav bibe.
