Kurdistan bi 3 fîliman beşdarî festîvala Mosko bûn

Kurdistan bi 3 fîliman beşdarî festîvala Mosko bûn

RojavaNews : 3 fîlmên Kurdî di 37e mîn festival Mosko ya sînema de hatin pêşkêşkirin  li gel beşdarbûna gelek welatên cîhanê mîna Fransa, Ispaniya, Sirbiya, Îran, Bilxariya û Tirkiyê. 

Roja Şemiyê 19 vê mehê li paytexta Rûsiya 37 e mîn festîvala Mosko ya sînema birêve çû bi beşdarbûne gelek welatên cîhanê wek Fransa, Ispaniya, Sirbiya, Îran, Bilxariya û Tirkiyê. û ji nav welatên beşdarbûyî Herêma Kurdistanê bû ku  bi 3 fîlmên Kurdî beşdarî vê festîvala navdewletî ya girîng bûye. 

Her sê fîlmên Kurdî yê beşdar evin: fîlmê “Bîranînên Ser Kevir” yê derhêner Şewket Emîn Korkî ku berhemekî Kurdî Elmaniye û berî niha gelek xelatên cîhanî bidestxistine, fîlmê “Bêkes” yê derhêner Karzan Qadir ku berhemekî Kurdî, Siwêdî û Filendî ye û behsa zarokekî dike ku xwena wî ye ku bighê Holyûd û Sûper Man bibîne û Filmê “Jina Jiyanamin” yê derhêner Soran Iberahîm û ew fîlim berhemê her yek ji Herêma Kurdistanê, Bixariya, Meldaviya û Romaniya ye û behsa çîrokek evîniyê li Herêma Kurdistanê dike.

Festîvala Mosko ya Navdewletî yekemîn car sala 1935 destpê kir û tê nasîn wek duyemîn kevintirîn festîvalên sînema li cîhanê  piştî festîvala Vînîsya li welatê Îtaliya.