Fîlmekî Kurdî di festîvalek navneteweyî de tê xelat kirin

Fîlmekî Kurdî di festîvalek navneteweyî de tê xelat kirin

Rojava News: Xelata baştirîn fîlmê dîkomenterî wergirtiye.

Fîlmê Kurdî (Jiyana Li Ser Avê) ji derhênana derhênerê Kurd “Refîq Fûad Ehmedî” di festîvalek navnetewî taybet bi fîlmên dîkomenterî de xelata baştirîn fîlim bidestxist.

 

Derhênerê fîlim “Refîq Ehmedî” ji BasNews re ragihand: “Fîlmê (Jiyana Li Ser Avê) xelata baştirîn fîlimê dîkomênterî di festîvala “Los Angeles Cine Fest” wergirt.” Û got jî: “Wergirtina vê xelatê hanê didemin ku bêhtir kar bikim û karên baştir encam bidim û karibim di vê rêkê de xizmetekê biçûk bikim.”

 

Derbarê çîroka fîlim got jî: “Ev fîlmekî dîkomentariye bi dirêjeya 10 xulekan û behsa jiyana keşeyekî katolîk dike û di belmeyekê de di kenala avê ya navbera bajarê Lîdiz û Lîverpûla Inglitera de dijî û temenê wî 70 sale.”

 

Refîq Fûad Ehmedî xelkê rojhilatê Kurdistanê ye û ji bajarê Bane ye, wek wênegir û rojnamenûs kar kiriye û ji sala 2005 de li welatê Ingiltera dijî, Bawernameya diploma bikind di warê fîlmesazî de wergirtiye û niha jî bakloryos di beşê derhênanê de dixwîne.