Fîlmekî Kurdî xelata Fîlmê Aştiyê bidestxist

Fîlmekî Kurdî xelata Fîlmê Aştiyê bidestxist

RojavaNews : Kurte fîlmê kurdî Koşka Mîroyan (Koşkî Mêrûlekan) yê derhêner “Tewfîq Emanî” li welatê Îtalya xelata festîvala Aştî bidest xist.

Derhênerê fîlm “Tewfîq Emanî” derbarê festivalê wisa got: “Kurte fîlmê Koşka Mîroyan ku berhemê birêveberiya giştî ya rewşenbîriya Germiyane û Mala Sînema ev kar cîbicîkir ye û ji aliyê wan ve ji bo çend festîvalên sînema hatiye şandin û di Festîvala Aştî li welatê Îtalya beşdarî kir û di dawiya festivalê de xelata fîlmê aştî bidestxist.

Derbarê girîngiya vê festîvalê Tewîq Emanî got: “Ev festival salane li Îtalya birêve diçe û îsal xula dehemîne û film ji 26 welatên cîhanê beşdarbûn û di fîalê de 14 fîlm ketibûn pêşberkiyê li xelata baştirîn fîlm û filmê Koşka Mîroyan nûnertiya Herêma Kurdistanê kir û xelata Aştiyê wek baştirîn fîlm bidestxist.”

Çîroka fîlm behsa jiyana xêzanekê dike ku li yek ji biyabanên Îraqê di koşkekî biçûk de jiyana xwe derbas dikin û ji niçkê ve tiştekî xerîb di qewime û jiyana wan bi temamî jiyana wan tê dughere.”